ROJEVA 6’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-06 09:00:00   *Hevseroka Mudîriyeta Çandiniyê  ya Desteya Aboriyê ya kantona Kobanê Sewsen Daban kar û xebatên çandiyê li kantonê nirxand û wiha got: "Em ji bo cotkaran li ser kar in û her tim di xizmete wan de ne." DÎMEN HEYE   *Çanda belavkirin û guhertina xwarinê di heyva Remezanê de heya niha bi keda dayikan zindî ye. Daxwaza dayikan jî ew e ku çanda jiyana komînal ji wiha zêdetir pêş bikeve û her têkiliyên civakî were parastin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, derbarê xebatên Heyva Sor a Kurd a di pêvajoya Vîrûsa Koronayê de nirxandin kir û got: "Ji tecrûbeyên dewletên derve yên ku bi nexweşiyê re rû bi rû mane me tedbîrên xwe girtin. Em bi hemû taximên xwe amade ne parastina civaka xwe bikin. Bi hêviya ku ev nexweşî li cîhanê bi dawî bibe." DÎMEN HEYE   *Gulsum Demîr a li gundê Qaralar girêdayî bajarê Semsûrê çandiniyê dike diyar kir ku bi şewba vîrûsê re ew ê zerarê bikin û wiha got: “Gelek kes bi çandiniyê debara xwe dikin lê mixabin ji bo cotkaran tu pişgirî nayê dayîn. Bi şewba vîrûsê re wê karkerên zeviyan çi bikin ango em ê çawa bikin em qet nizanin. Divê ji bo cotkaran pişgirî bê dayîn.” DÎMEN HEYE   *Jina bi nave Taybet Kaya diyar kir ku di sala 1991’ê de dema li gunde Navyan ê Şirnexê çûye beriye pê li mayînê kiriye û di ncamê de piyê wê hatiye jêkirin. Taybetê her wiha anî ziman ku xizmekî wan jî yê pê re pê li mayînê kiriye jiyana xwe ji dest daye û li gel ku 2 caran doz vekirine jî tu encam bi dest nexistine. DÎMEN HEYE   * Ferha Yavuz, di sala 1997’an de kurê wê Dogan Yavuz ji helîkopterê ve tê avêtin û piştî vê hişê xwe winda dike. Ferîha kesî nas nake, lê tenê kurê xwe Dogan ji ser zimanê xwe naxîne. DÎMEN HEYE   *Rêvebera TUAY-DER’ê Sonbahar Orak binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegot û diyar kir ku divê girtiyên siyasî demildest bên berdan û got vê pêvajoyê nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî bi awayekî aşkera daniye holê. DÎMEN HEYE   *- Parêzera OHD’î Ekîn Yeter diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de binpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye û koxuş her tim nayên dezefektekirin, rûpûş û dezenfektan pir biha bûne, girtiyên nexweş nayên dermankirin.   *Feray Mertoglu ya HDP’î got qanûna înfazê ya bû sedema berdana gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine, divê bi giştî bê betalkirin û Ronahî Kalkan ya TJA’yî jî daxuyakirin ku yekane mekanîzmaya ku di vê pêvajoyê de jinan biparêze ‘rêxistinbûn, yekitî û têkoşîn e’.