Daxwaza hevdîtina bi girtiyên Girtîgeha Meraşê nehat qebûlkirin 2020-05-05 17:03:12   MERAŞ - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û Parêzerê ÎHD'ê Mehmet Alagoz xwestin bi rêveberiya Girtîgeha Maraş Turkoglu re hevdîtinê bikin lê belê ev daxwaz nehat qebûlkirin.     Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û Parêzerê ÎHD'ê Mehmet Alagoz xwestin bi rêveberiya Girtîgeha Maraş Turkoglu re derbarê rewşa girtiyên di bin talûkeya Vîrusa Koronayê de ne hevdîtinê bikin. Lê daxwaza hevdîtinê ya Ayşe û Mehmet hatin redkirin.     Ayşeya ku bertek nîşanî neqebûlkirina hevdîtinê kir diyar kir ku derbarê girtîgehê de tu daxuyanî nehat dayin. Her wiha Ayşeyê got ew ji ber vê mijarê bi fikar in.