Şîdeta li hemberî Meryemê li bajarên Elmanyayê hat şermezarkirin 2020-05-05 10:58:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa li hemberî Meryem Şahîn a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê pêk hatî li gelek bajarên Almanyayê hat şermezar kirin.    Li Elmanyayê Meryem Şahîn bi şîdetê re rûbirû ma û ev tişt ji hêla rêxistinên jinan ve li gelek bajarên Elmanyayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.    Endamên rêxistinên Yenî Kadin, TJK-E, Zusammen Kampfen, Komeleya Dijberên Qirkirina Dersimê 1938, SKB, Die Linke, Stuttgarter Frauenbundnis, ATÎK, ADHK li Schlossplatzê li Stuttgarterê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.    Li bajarê Kolnê jî endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Tevgera Jin ên Ciwan ZORA û Meclîsa Jinê ya Viyan çalakî li darxistin. Çalakî ji ber pandemiyê bi tevdîr hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi navê SKB, TJK-E û ZORA'yê belavok hatin xwendin û hate bibîrxistin ku îsal li Elmanyayê 4 jin û di sala 2019'an de jî 135 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinan diyar kirin ku di dema pandemiyê de tundiya li dijî jinê zêde bûye û bang li jinan hate kirin ku dengê bilind bikin.   Li bajarê Frankfûrtê jî li Haûptwacheyê çalakî pêk hat û êrîşa li dijî Meryem Şahîn hate şermezarkirin. Çalakî ji aliyê SKB, Rêxistina Jinan a Ciwan ZORA ve hate lidarxistin û Tevgera Jinên Kurd, rêxistina Yenî Kadin û gelek rêxistinên jinan piştgirî dan çalakiyê. Her wiha ji bo çalakiya sibêhê jî bang tevlîbûnê hat kirin.    Li bajarê Hambûrgê jî çalakiya şermezarkirinê li ber mala Şahîn pêk hat. Di serî de cîran û hevalên wê nêzî 200 kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya şermezarkirinê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Hambûrgê ya li dijî Tundiyê ve hat organîzekirin. Leyla Kaya bi navê însiyatîfê axivî û got, "Li dijî tundiyê em serî hildidin, em bi hêrs in." Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku femîsîd divê di çarçoveya qanûnan de bê nirxandin û wê her tim li ber tundiyê rabin.