‘Divê li her derê li Gulistan bê gerîn’ 2020-05-05 09:11:00   DÊRSİM - Ji ser bûyera Gulîstan Doku çar meh derbas bû lê hê jî tu encam nehatiye bidestxistin. Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl got: " Aşkere ye ku Gulîstan di nava avê de nîne lê bi israra walî li Çemê Mûnzûrê " xebatên lêgerînê tên kirin.   Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Dokû (21), ji 5’ê çileyê ve winda ye û çar meh ji ser derbas bû lê hê jî Gulîstan nehatiye dîtin.  Piştî windabûna Gulistanê  lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê heta niha tu pêşketin di lêpirsînê de tune ye. Gulîstan herî dawî li ser pira Dînarê hatiye dîtin loma hemû bal li ser îhtîmala "xwe avêtiye avê" ye. Ji ber vê sedemê walîyê Dêrsimê û emniyet nerîna civakê dide ser îhtimala xwekuştina Gulîstanê. Her wiha piştî ku Gulîstan winda bû gumanbarê sereke  Zaînal Abarakov û malbata wî ji Dêrsîmê hatin revandin. Tevî van yekan rayedar hê jî bêdengiya xwe diparêzin. Heval û malbata Gulîstanê, rêxistinên jinan û gelemperî civak li ser medyaya civakî dengê Gulîstanê didin bihîstin. Bi vî awayî ji bo dîtina Gulîstanê bang dikin û têdikoşin. Herî dawî jî di derbarê windabûniya Gulîstanê dîmenek derket holê lê belê ji bo dîmen flû/şêlo ye naveroka wê nayê diyarkirin. Ji bo ku dîmen bê çareserkirin bertek tên dayin. Hevseroka Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl ku pêvajoya bûyera Gulîstanê di serî de heya niha bi nêzîkatî şopandiye di der barê pêvajoyê nirxandin kir.   'Hemû danîşan Zaînalî dike gumandar'   Nurşat diyar kir ku bi agahiya windabûniya Gulîstanê bi lez û bez çûne baroyê û wiha got: “Me zanî ku bavê Zaînal di asayîşê de dixebite. Ji ber vê yekê bi fikara danîşan tên windakirin em bi lez tev geriyan. Her wiha bi hevkariya baroyê hewil da ku danîşan neyên windakirin. Piştre em bi hevalên wê yê zanîngehê re ketin têkilîyê. Hevalên wê dan diyarkirin ku Gulîstan hem bi Zaînal re hem jî hin mamosteyên xwe re pirsgirêk jiyaye. Hemû danîşan dîsa Zaînalê dike gumandar.”   'Walî bi israr di nava avê de li Gulîstanê digere'   Nurşat destnîşan kir ku ji bo dîtina Gulîstanê tu encam nehat destxistin û wiha dewam kir: “Koma lêgerînê ji roja yekemîn de ragihand ku Gulîstan di nav avê de nîne. Ev tevlî raporan jî bû lê dîsa jî walî bi israr xebatên ji bo dîtina Gulîstanê, di nav  avê de dide meşandin. Sedema wê çi ye em jî hê nizanin lê Gulîstan 4 meh e hî nehatiye dîtin. Ew jî aşkere dike ku Gulîstan ne di nava avê de ye. Ji aliyekî din jî me wek Platforma Jinê ya Dêrsimê çend caran ji bo dengê bihîstina malbatê û lêpirsina aqûbeta Gulîstanê çalakiyan lidar xist. Di heman demê de hevalên Gulîstanê ji bo lêpirsina aqubeta Gulîstanê li zanîngehê çalakî li dar xistin û rastî êrîşên polîsan hatin.”   ‘Zaînal û malbata xwe  nîvê şevê ji nişka mala xwe bar kirin û bajar terk kirin’   Nurşat anî ziman ku bi rêya parlamenterên HDP û CHP'ê çend caran ji bo lêpirsinê pêşniyazname ji meclîsê re pêşkeş kir lê ji bo ser girtina bûyerê hewldanek mezin pêk hat. Nurşat wiha bi lêv kir: “Me bi malbata Gulîstanê re jî gelek hevdîtin pêk anît.  Lê ji ber di hevdîtinên me de ligel malbatê polîs jî disekinin me tu carî hevdîtinek serketî pêk neanî. Her wiha gumanbarê sereke yê Zaînal bi rehetî ji bajêr derket. Gava yekemîn ku ji bo çûyînê hewl dabû, xwişka Gulîstanê asteng bûbû û bi wî awayî nekarîbû biçe lê paşê nîvê şevê ji nişka mala xwe bar kirine û bajar terk kirine. Lê di gotinê de Walî soz dabû ku nahêle Zaînal ji vir derkeve. Ev soz jî negirtin.”   ‘Divê li her derê li Gulistan bê gerîn’   Nurşat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berê eşyayên di nav avê de bi ideaya eşyayên Gulîstanê ye hatibû dîtin dû re hat zanîn ku ne yê Gulîstanê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li her kuçeyê û kolanên Dêrsimê bi kamereyan ve  dorpeç kiriye lê cihê ku Gulîstan hatiye windakirin di kamerayan de dernakeve. Ev tişt gelek bê mantiqî ye. Di destpêka bûyerê de kesên ku li ser ihtîmala xwekuştina Gulîstanê bawer dikirin êdî ew jî dibêjin ev cînayet e. Lê Walî hê jî çima di nav avê de digere gelo? Çima balê dikşînin ser îhtîmala xwekuştinê? Çima gumanbar tên parastin? Çima li ser ihtîmalên revandin an jî qetilkirinê nayê sekinandin. Her wiha piştî Gulîstanê li çemê Mûnzûrê ceseda jineke bi navê Esma, di nav mehekê de hat dîtin. Ger ku Gulîstan di nav avê de be çima domahî çar mehan de di çemê Mûnzûrê de nehat dîtin. Êm êdî dixwazin çi qewîmiye em bizanin. Divê di derbarê vê mijarê de rayedar daxuyaniyê bidin û Gulîstanê ne di tenê di avê de divê li her derê li Gulistanê bê gerandin."