‘Cîhana bi çavên jinê bê dîtin, hêjaye mirov qîmetê bidê û watedar bijî’ 2020-05-05 09:03:00       Sozda Oremar   ŞEHBA - Rojnamevanên mêr yên Efrînê ser girîngiya rojnamevantiya jinê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji Gurbet Elî Ersoz heta Deniz Firat û Nûjiyan Erhanan bi dehan rojnamevanên jin di oxira heqîqetê de  canê xwe feda kirin. Cîhana ku bi çavên jinê bê dîtin hêjaye ku mirov qîmetê bidê de û watedar bijî."   Dema ku Rojnamevantî  bi destên jinê hat nivisandin,  bi çavên jinê hate kêşandin û bi zimanê wê hat  şîrovekirin wê demê mirov dikare wateyeke cuda bide jiyanê. Rojnamevanên jin xwedî kedeke mezin û pîroz in. Têkildarî girîngiya rojnemevaniya jinê û têkiliya di navbera rojnamegerên jin û mêr de her wiha têkildarî rojnemevantiya xweser de rojnamevanên mêr nêrînên xwe parve kirin.    'Piştî salên dirêj di ragihandina jinê de gavên pir pêşketî hatin avêtin'   Rojnamevan Ferhat Şamî di destpêka axaftina xwe de bal kişand  ser derketina ragihandina jinê û wiha pê de çû: "Ragihandina jin û çapemeniyê ji hev qut nebûye. Her girêdana qayîm di navber wan de heye. Ragihandina jinê ji ber sedema  serdestiya zihniyeta baviksalarî nikarîbû temenê xwe dirêj bike yan jî bi rastî jî bibe dengê jinê. Rojnamevanên jin hebûn, lê weke ku ragihandina xweser jinan temsîl bibe tune bû. Sîstemên serdest bandor ser jinan dikirin û nedihiştin ku rola xwe di qadên siyasî, leşkerî û civakî de bidin xuyakirin.  Di nava civaka kurd û civaka Rojhilata Navîn de mijara ragihandina jinê zehmetir bû, ji ber orf û adetên civakê dengê jinê, azadiya wê û mejiyê wê kilît dikirin. Jina ku dixwest tevlî ragihandinê bibe, biçûk lê dihat nihêrtin. Wê demê  jin tenê dikaribû bi zimanê mêr binivîsînê û xwe îfade bike. Bi pêşketina hişmendiya civakê re, gavên baş ji bo rojnamegeriya jinê hatin avêtin û jinê rojname û kovarên taybet ji bo xwe jinan ava kir. Piştî salên dirêj di ragihandina jinê de gavên pir pêşketî avêtin."      'Bi derketina tevgera azadiyê re jinê rastiya xwe nas kir'   Ferhat di dewamiya  axaftinê xwe de da zanîn ku bi derketina tevgera azadiyê re jinê rastiya xwe nas kir û wiha dom kir: "Piştî derketina tevgera azadiyê jinê rastiya xwe nas kir. Bi tevlîbûna jinê a şoreşan re, wê helbet nêrîn û xwestekên jinan  hebe û ev yek mafê wê yê xwezayî ye. Ji Gurbet Elî Ersoz heta Deniz Firat û Nûjiyan Erhanan bi dehan rojnamevanên jin di oxira heqîqetê de  canê xwe feda kirin û bandoreke mezin di nava civakê de çêkirin. Her çiqas nêrîn azad be zihniyeta hişk di civakê de tune dibe."   'Jin bi baldariyeke mezin li civakê mêze dike'   Ferhat li ser xebatên  rojnamegeriya jinê wiha got: "Ragihandina jinê bi mijarên azadî, maf û pirsgirêkên jinê re bêtir mijûl dibe. Ev yek jî asta wê ya xurt û girêdana wê bi azadî û mafê wê re dide diyarkirin. Berê tenê jin pêşkêşî dikir, lê niha em dibînin jin edîtor e, rêveber e û bi analîzên xurt  xwe îfade dike. Ev hemû destkeftî bi saya têkoşîna jinê hat bidestxistin. Di xebatê de jî helbet wê mêr pirsgirêkan derbixe. Jin dema derdikeve nava civaka ew feraseta wê ya çareseriyê  bêtir heye, ji bo wê bi baldariyeke mezin li civakê mêze dike."    'Rihê fedayitiyê bi jinan re li pêş e'   Endamê  Rojnameya Ronahî ya herêma Efrînê, Selah Îbo balkişand ser guhertinên ku di ragihandinê de çêbûne û got: "Li piraniya Rojhilata Navîn  jin weke reklam di televizyonan de dihat dîtin, tenê xweşikbûna jinê didan pêş û bi vê yekê bandor ser civakê dikirin. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek pêşketinên ber bi çav çêbûn, yek jê pêşketina nêrîna civakê ji bo ragihandinê û taybet ragihandina jinê ye. Jin di şerê li Rojavayê Kurdistanê de li kêleka şervanên jin weke rojnamevan cihên xwe di qadên şer de  girtin û berxwedana ku dihat meşandin, dişopandin. Ev yek rihê fedayetiyê dide pêş."   'Ragahandina jinê mohra xwe li dîrokê xist'   Selah sekna jina rojnamevan û bandora wê li ser civakê  nirxand û ev yek got: "Jin di qada ragihandinê de û di hemû qadên jiyanê de pêşengtî kir,  bi rengekî rast e rast xebatên jinan kir û çareserî ji pirsgirêkên wan re peyda kir. Cudahiya di navbera ragihandina giştî û a xweser de, da der û mohra xwe li dîroka jinê xist. Sekna jinê û têkoşîna wê li hember zihniyeta desthilatdar da xuyakirin û hişt ku nêrîna mêr ji aliyê jinê ve bi rengekî erênî bê guhertin."   'Mirovahî li ser milê jinê modela xwe girtiye'   Endamê  Rojnameya Ronahî ya herêma Efrînê Idrîs Henan derbarê rojenemegeriya jinê  de wiha dibêjê: "Dema mirov qala rojnamegeriya jinê dike, divê yekem qala qonaxeke dirêj a civakbûnê ku îro mirovahî li ser milê wê modela xwe ava kiriye, bike.  Ew jî serdema neolotîk e  ya ku civakbûnê li derdora  jinê kom dikir û rola wê di pêşengtiyê de, dida diyarkirin. Bi derketina tevgera azadiyê re rol û misyona jinê vegeriya reseniya xwe, hemû paşverûtiyên civakê û sîstemên desthilatdar derbas kir. Berê her jin li gor zimanê zilaman dihat pênasekirin û barên herî  giran li ser pişta wê dikirin.  Şoreşa azadiya Kurdistanê derfet da jinê ku bi nav, ziman û nasnemeya xwe, xwe bide naskirin û tev bigere. Vegerîna civakê li koka xwe ya resen bi pêşengtiya ragihandina jinê û tekoşîna jinê di hemû qadan de ye."   'Heqîqet bi çavên  jinê tê naskirin'   Idrîs wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Di vê oxirê de têkoşîneke bê hempa hatiye kirin û gelek bedelên mezin hatine dayîn mîna Gurbet Elî Ersoz, Denîz Firat û Dilîşan Îbiş ku giyana xwe fedayi heqîqeta jinê, kirin. Heqîqet bi çavê jinê tê naskirin û civak bi cewherê xwe dide pêş.”