‘Divê em gel bi xwe bi hev re bibin alîkar û alîkariya malbatên xizan jî bikin’ 2020-05-05 09:02:00       Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên Taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê, derbarê buhabûna pêdîviyên jiyanî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Di nava bazarê de buhabûnek ne normal hatiye kirin. Divê em gel bi xwe bi hev re bibin alîkar û alîkariya malbatên xizan jî bikin, da ku em vê rewşa xeter li herêmên xwe kêm bikin.”   Bi sedema belavbûna Vîrûsa Koronayê li hemû deverên cîhanê, li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ji bo rêgirtina li hember vê vîrûsê tedbîr hatin girtin. Tevgera jiyanî û piraniya kar hatiye rawestandin, lê mixabin hin pirsgirêkên jiyanî  weke buhabûnê, tê jiyîn.  Vê yekê bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir, bi taybet di vê miha Remezanê de.  Li hember buhabûnê gel neçar dimînin pêdiviyên xwe jiyanî pêk bînin. Li aliyekî din şênî gazincan dikin, dixwazin di demek nêz de ev rewş derbas bibe û vegerin ser karên xwe da ku debara xwe ya jiyanî bikin. Komîteya çavdêriya bazarê li ser gazinên gel û banga wan  ji bo vê buhabûnê sekinîn,  dê lîsteyekê derbixin û buhayên kelûpelan tê de diyar bikin.  Ev lîste wê li ser hemû bazirganan belav bikin. Têkildarî mijarê jinên Taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê nêrînên xwe bi Ajansa me re parve kirin.    ‘Buhabûnek ne normal di bazarê de heye’   Jina bi navê Xedîca Silêman wiha got: “Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê jiyana me piranî hat rewestandin. Êdî em di malê xwe de dimînin û tu kes di malê de kar nake ji ber hemû cihên kar hatine sekinandin. Şêniyên xizan gelek astengiyan dikşînin, heta ku xwarina zarokên xwe peyde bikin. Buhabûnek ne normal em di nava bazarê de dibînin. Em di meha Remezanê de ne û em rojiyê digirin, di dema iftarê de xwarinê me li gor derfetên me ên kêm in. Em dixwazin çareseriyek zû  ji me re  bê  dîtin. Cihên peywendîdar divê baş li ser bazarê bisekinin û nirxê her tiştekî were diyarkirin. Divê tu kes bi qîmeta pêdiviyan nelîze.”   ‘Divê em gel bi xwe bi hev re bibin alîkar’   Jina bi navê Fîdan Mehmûd diyar kir ku divê kesên tiştan difroşin bi xwe xwedî li hev derkevin û alîkariya hev bikin û wiha dom kir: “Em di mehek pîroz de ne, lê em dibînin ku di nava bazarên me de buhabûneke pir xerab hatiye çêkirin. Gel neçar maye ku çawa pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne. Banga min ji her kesên xwedî wicdan re heye ku bi hev re bibin alîkar û alîkariya mirovên xizan jî bikin.”    ‘Bi hêvî me tevgera jiyanî vegere weke berê’   Jina bi navê Bedîa Abd-El Qadêr hêvî kir ku tevgera jiyanê di demek nêz de veger û wiha gotina xwe wiha bi lêv kir: “Mijara buhabûnê bûye rojeva her kesekî, tenê niha em dihizirin dê çawa em ê debara xwe û zarokên xwe bikin.  Ez bi xwe dikandar im û goşt difiroşim, pir caran gel tên pirs dikin qîmeta wê û nikarin bikirin. Divê çareseriyek di demek nêz de were dîtin û gel veger ser karê xwe.”   ‘Lîsteya nirxê tiştan hatiye derxistin û li ser bazarê em ê belav bikin’   Rêveberiya Komîteya Çavdêriya Bazarê Reca Horo diyar kir ku piştî buhabuna di  nava bazarê de û li ser daxwaza gel, ji bo nirxên pêdiviyan lîsteyek hatiye derxistin û wiha pê de çû: “Piştî belavbûna Vîrûsa Koronayê li hemû deveran qedexekirina derketina derve hat ragihandin, lê tenê dikanên xwarinê tên vekirin.  Li kêleka wê buhabûn hat çêkirin, me jî li gor îmkanên xwe di  nava taxê de hewil da ev buhabûn, kêm bikin. Weke komîteya çavdêriyê  her roj  em  li dikanan digerin, lîsteyek ji bo nirxên  me diyarkirî ye û li ser vî esasî  li hemû bazirganan hat belavkirin. Em dixwazin gel jî ji aliyê xwe bi me re bibe alîkar û yên ku bi nirxan dilîzin me ji wan agahdar bikin.”