ROJEVA 5’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-05 09:00:00       * Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Pratîsyen Evîn Bahar Toy bal kişand ser pêvajoya îzalosyonê û got: "Xebatkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyan bi nexweşiya şewbê têdikoşin neçar bûn ku xwe ji hezkiriyên xwe îzole bikin. Ji ber vê yekê jî gelek xebatkar nikarin bi malbat, zarok û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.” BI DÎMEN    *Jinên Taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê, derbarê buhabûna pêdîviyên jiyanî de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Di nava bazarê de buhabûnek ne normal hatiye kirin. Divê em gel bi xwe bi hev re bibin alîkar û alîkariya malbatên xizan jî bikin, da ku em vê rewşa xeter li herêmên xwe kêm bikin.” BI DÎMEN    *Rojnamevanên mêr yên Efrînê ser girîngiya rojnamevantiya jinê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji Gurbet Elî Ersoz heta Deniz Firat û Nûjiyan Erhanan bi dehan rojnamevanên jin di oxira heqîqetê de  canê xwe feda kirin. Cîhana ku bi çavên jinê bê dîtin hêjaye ku mirov qîmetê bidê de û watedar bijî." BI DÎMEN    * Merziye Farîqî yek ji jinên ku kilamên xwe kir navê berxwedanê. Merziye li dijî zextên rejîma Îranê bi Farisî strandina kilaman jî red kir û bi dengê xwe berxwedanê hildide qadan, çiyan.Dema ku hezkirin, hêrs, evîn, êş, serhildan, hêvî û têkoşîna xwe vedibêje, li Mezopotamyayê şahidiya bi hezaran jinên ku dengê xwe bihîstine û nebihîstine, kir. Hinekan bi tesaduf deng û berhemên xwe da bihîstin hinekan jî bi serhildan û berxwedan. Merziye Farîqî (Razazî) jî li dijî demsala tirs û feodaliyê, dengê xwe bi nasnameya xwe re kir yek.   * Nivîskar Nadîre Guntaş Aldatmaz, destnîşan kir ku kirmanckî bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye û got: "Êdi zarok bi kirmanckî naaxifin û dibe ku pişte çend nifşan dê winda bibe. Heke ziman winda bibe dê çandek winda bibe."   * Seda Çelîk diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de zarokên astengdar û dayikê wan zêdetir tenê mane û bang kir ku divê ji bo malbatan piştgiriya pêwist ya perwerde û psîkolojîk û şêwirmendiyê bê dayîn. BI DÎMEN    * Îsal meha Remezanê di bin siya krîza aborî û pandemî de derbas dibe. Kedkara malê Hacîre Ozturk diyar kir ku li malê bi pirsgirêkên aborî re anîne rû hev û got: “Em 8 kes li malê dijîn. Kesekî dixebite tune. Divê dewlet alîkariyê bide gel. Lê her roj peyamên '10 TL bexş bikin’ tên telefonên me.” BI DÎMEN    * Ji ser bûyera Gulîstan Doku çar meh derbas bû lê hê jî tu encam nehatiye bidestxistin. Hevseroka HDP'ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl got: " Aşkere ye ku Gulîstan di nava avê de nîne lê bi israra walî li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê tên kirin."