'Li kogûşa 10 kesî 20 girtî dimînin, rojê tenê 15 deqe ava germ didin' 2020-05-04 15:48:18   ENQERE  - Hejmara 3'yemîn a Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan hat weşandin û wiha hat gotin: "Divê demildest girtiyên di rojiya mirinê de û girtiyên nexweş bên berdan."   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hîqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hîqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan amade dikin, hejmara 3’yemîn a bultenê weşandin.    Hat diyarkirin ku bulten, bi ziyaretên girtîgehan, faqs û nameyên ku ji aliyê girtiyan ve tên şandin û ragihandinên malbatan tê amadekirin. Di bultene de her wiha hat diyarkirin ku li girtîgehan bi awayekî têrker bergirî nayên girtin û hişyariyên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo bergiriyan jî hatin bibîrxistin.   'Amûrên paqijiyê nadin girtiyan'   Di bin navê sernavê “Şertên bigehîn û sererastkirinên têkildarî mafê xwe gihandina tenduristiyê” de bi hurgilî têkildarî girtîgehan agahî hatine parvekirin. Ev agahî bi kurtasî wihane;   “* Li hin girtîgehan girtî xwe nagihînin amûrên paqijiyê.   * Li hin girtîgehan jî girtî bi rêya qantînê xwe digihînin amûrên paqijiyê.   * Li hin girtîgehan aktîvîgeyên mîna werzîş û mijûlayî bi hinceta vîrûsê hatine sînordarkirin.   * Tenê li hin girîgehan berdevk, dezenfekte û lepik tên dayîn.   * Şertên kogûşan ne bi tendurist in.”   'Tenê 15 deqeyan ava germ didin'   Di bultene de binpêkirinên li girtîgehan jî hatine rêzkirin. Bi kurtasî binpêkirinên li girtîgehan wiha ne:   “* Li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê li kogûşeke 6 kesî 10 kes û li kogûşeke 6 kesî jî 15 kes dimînin. Li gel ku gelek caran daxwazname hatiye dayîn jî girtî li kogûşên vala nehatine bicihkirin.   * Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê; ji ber ku nan û xwarinê nedane, girtiyan bê nan paşîv xwarine û xwarina êvarê jî nîvrojê li kogûşan hatiye belavkirin. Navê 2-3 rojan dane girtiyan û danûstandina zêrzewatan hatiye sekinandin.   * Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê; li kogûşa 10 kesî 20 girtî dimînin û rojê tenê 15 deqe ava germ didin.”   'Divê girtiyên nexweş bên berdan'   Di bultenê de qala çalakiya rojiya mirina ya girtiyên siyasî jî hat kirin û ev bang ji bo wan hat kirin: “Divê demildest girtiyên di rojiya mirinê de bên berdan û daxwazên wan bi cih bên. Di bultenê de ji bo girtiyan ev pêşniyar hatin kirin:   “* Divê girtiyên nexweş, jinên bi zarok û dûcanî, girtiyên zarok bên berdan.   * Divê girtiyên di rojiya mirinê de Parêzer Ebrû Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal şertên wan ên tenduristiyê li ber çavan bê girtin û bi qebûlkirina daxwazên wan bên berdan.   * Heta ku bên berdan mafê wan ê parastinê li ber çav bê girtin û mafê axaftina bi telefonê ya bi parêzerên xwe re ji bo pêvajoya vîrûsê ji girtiyan re bê nasîn.   * Qadên hevpar ên mîna serşok û tuwaletên li girtîgehan bên dezenfektekirin.   * Divê heyeteke ku ji rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnasan û nûnerên hikûmetê bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de ji bo lêkolînkirin û kontrolkirina bergiriyên vîrûsa koronayê biçe girtîgehan.   * Divê mafê axaftina bi telefonê ya ku ji ber vîrûsa koronayê derketiye 20 deqeyan ku hemû girtî ji sûd werdigrin, ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî bê nasîn.   * Ji ber ku derbarê rewşa tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê guman hene, divê bi awayekî lezgînî li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re pêk bê."