Kongreya Star: Em ji ber rewşa girtiyên siyasî yên li Îranê bi fikar in 2020-05-04 09:28:49   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa girtiya li Îranê ya bi navê Zeynab Celalian.    Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ji bo girtiya siyasî Zeyneb Celalian daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku binpêkirina mafan a li dijî girtiyan bi dawî bibe.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di bin siya krîza Vîrûsa Korona ya heyî de, em ji rewşa girtiyên siyasî yên li Iranê û bi taybet ji ya jinan pir bi fikar in. Di dawiya Adarê de, 200 girtîyên jin yên li girtîgeha Urmiyeyê ji ber xetereya Vîrusa Koronayê ketin greva birçîbûnê. Di meha Nîsanê de 36 girtî di protestoyên zindanê yên ji bo tedbîrên tenduristiyê de  ji aliyê hêzên ewlehiyê ya girtîgehê ve hatin kuştin. Di meha nîsanê de 13 girtî hatin darvekirin.    Zeynab Celalian a ji bo mafê jinê têkoşîn dikir jî di 2008'an de li Îranê hat girtin. Ew li Kirmaşahê di havîna 2008'an de hat girtin û di Çileyê 2009'an de ji ber sûcê"Dijminatiya bi Xwedê re" hate cezakirin. Lê belê, protesto û nerazîbûna gelemperî pêşî li darvekirina wê girtin.   Di 28’ê Nîsanê ya îsal de, Zeynab Celalian ji zindana Xoy (Choy) hate derxistin. Piştre, agahî jê nehat girtin. Çend roj şûnde agahî jê hat girtin ku ew ji nişka ve bi çavên girtî û destê girêdayî hatiye ji zindanekê derbasî yeka din hatiye kirin. Niha li Girtîgeha Qasidê ya Qarchak li Waramin, li başûrê paytexta Iranê ye. Texmîn hene ku dozek nû li hemberî Zeynab hate vekiri.   Zeynab Celalian bi giranî nexweş e û ji ber Virûsa Korona di bin xeterîyê de ye. Tevî vê Rejîma Îranê  serdana bijîşkên pispor û dermankirina bijîşkan a li derveyî girtîgehê red dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesti International) redkirina tedawiya Zeynab wekî pratîkê "wek îşkenceyê" nirxand. Niha siberoja Zeynab ne diyar e. Darvekirinên bi destên Rejîma Îranê didomin.    Tevî krîza vîrûsa Korona ya heyî, ya herî girîng ev e ku em wekî jin daxwaza mafên xwe bikin. Divê em li dijî her cure zordestiya hemberî jinan dengê xwe bilind bikin.Wekî jin erka me ye ku em xwedî li jinê derkevin, ji ber ku tenê bi hev re em dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Zeyneb Celalian û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan! Em daxwaz dikin ku hemû hêzên navneteweyî û civak zextê li Rejîma Îranê bikin! Em daxwaza betalkirina cezayê mirinê û zelaliya doza Zeynab Celalian dikin!"