Li girtîgehên Osmaniyeyê xwarin û alavên paqijiyê nayên dayîn 2020-05-04 09:09:39   MÊRDÎN - Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê li malbatên xwe geriyan û diyar krin ku xwarin û alavên paqijiyê ji kantînan dixwazin lê nayên dayîn.   Ji ber vîrusa korona qanûna înfazê ya hat amdekirin, girtiyên siyasî têde cih negirtin û bertekên malbatan li dijî vê didomin. Ji girtîgehan jî nûçeyên ku alavên paqijiyê û xurek nayên dayîn tên. Her wiha girtî diyar dikin ku li dijî vîrusê tu tedbîr nayên girtin. Ji girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê Mehmet Faruk Engîn û Abdulkadîr Baybars jî li malbatên xwe geriyan û diyar kirin ku pereyê ji bo wan hatiye şandin du mehe negirtine û tiştên ji kantînê dixwazin jî nayên dayîn.   ‘Gardiyan bê rûpûş tên koxuşan’   Girtî Mehmet Faruk Engîn, destnîşan kir ku gardiyan tên koxuşan rûpûş derdixin, dikuxin û got dibe ku vîrus bê girtîgehan. Mehmet Faruk ji malbata xwe re ragîhand ku rewşa wan roj bi roj xerab dibe û got pereyê ku malbatên wan ji wan re şandine jî du mehe ji aliyê rêveberiyê ve nayê dayîn.   ‘Gardiyan wek makîna îşkencê dixebitin’   Resmiye Baybars jî got kurê wê Abdulkadîr Baybars li wan geriyaye û ev tişt vegot: “Kurê min ji ber cezayê wî hatiye erêkirin di hucra yek kesî de tê girtin. Du sale bi tena serê xwe di hucrê de tê girtin. Ji kantînê ne xwarinekê ne jî alavek paqijiyê tê dayîn. Berê bi ser koxuşan de digirtin û li girtiyan dixistin. Her cureyê îşkencê dikirin. Canê me li vir diêşe. Tiştên ku neanîn serê kurê min nema. Bila demildest dawî li vê îşkencê bînin. Gardiyanên wir wek makîna îşkencê dixebitin.”