Komkujiya Dêrsîmê di 83’emîn sala xwe de ye 2020-05-04 09:08:00   Safiye Alagaş   STENBOL - Li Dêrsîmê di 4’ê Gulana 1937’an de komkujÎ hat destpêkirin û 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Komkujî di 83’emîn salvegera xwe de ye. Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku li Dêrsîmê komkujî bi polîtîkayên taybet didomin û got: “Me li Dêrsîmê soz da kesên ku winda kirin. Em ê çira we pêxin.”   Di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Lijneya Wezîran di bin navê ‘Tevgera Tenkîl a Tunceliyê’ de komkujiya Dêrsîmê hat destpêkirin û komkujî ket 83’emîn salvegera xwe. Li gorî daneyên fermî 16 hezar, li gorî daneyên ne fermî jî 70 hezar mirov hatine qetilkirin, bi dehezaran kes hatin surgunkirin û di civaka Tirk û Misliman de ‘îskana ferzkirî’ hat pêkanîn. Zarokên Kurd ên kurmanc û Zaza û yên Ermenî mahkumê bênasnamebûnê hatin kirin. Zarokên keç yên Dêrsîmê jî îro wek ‘keçên winda yên Dêrsîmê’ tên binavkirin. Tevî evqas sal derbas bû jî Tirkiye bi komkujiyê re nehat rû hev. Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) diyar kir ku îsal ji ber vîrusê wê li malên xwe çirayên xwe pêxin û  komkujiyê bi bîr bînin.   ‘Ji bo carek din neyê jiyîn divê bên rû hev’   Ji Komîsyona Bawerî û Ggelan a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş Oz, got Tirkiye bi tu qirkirinê re nehatiye rû hev û got ji bo careke din komkujî neyên jiyîn divê bi komkujiyan re bên rû hev. Çîlemê wiha got: “Divê bi komkujiya Sêwas, Mereş, Dêrsîm, Koçgirî, Agirî û Zîlanê re bên rû hev. Li welatên Ewropa û cihên din bi komkujiyan re hatin rû hev. Yahudî û Elman bi komkujiyan re hatin rû hev. Dîwarên navbera xwe hilweşandin. Piştî hatin rû hev ji zarokên xwe re jî gotin. Lê ji ber li erdnîgariya me bi komkujiyan re nayên rû hev, tenê yên jiyane dizanin. Ji bo ji înkarê jî vegerin divê têkoşînek mezin hebe.”   ‘Efûkirina gumanbarên Madimakê her tiştî nîşan dide’   Çîlemê got dewlet bi israr bi komkujiya Dêrsîmê re nayê rû hev û wiha pê de çû: “Ji ber ku îro bi Dêrsîmê re bê rû hev neçare bi hemû komkujiyan re bê rû hev. Mînak di komkujiya Madimakê de mirov bi zindî hatin şewitandin. Gumanbarê Madimakê ji aliyê serokomar ve hat efûkirn. Ev jî nîşan dide ku ne pêkane derwlet bi komkujiyan re bê rû hev. Ji komkujiyên hatine jiyîn ders nayê derxistin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Têgehek wek teraziya wijdanê heye. Teraziya wijndanê jî ‘xwîn bi xwînê’ nayê pîvan.”   ‘Daxwaza civakê ya ji bo çand û ziman, wek serhildan hat qebûlkirin’   Çîlemê ev tişt anî ziman: “Me digot belkî kal û bavên me serî hildane û piştî vê tertele hatiye jiyîn. Piştre me dît ku mijar ne serhildan e. Daxwaza civakekê ya ku bi ziman û çanda xwe bijîn nehatibû qebûlkirin û ev daxwaz wek serhildan hatibû dîtin. Ji ber bav û kalên me dest ji daxwaza jiyanê bernedan, ev wek serildan qebûl kiribûn.”   ‘Em ê çirayan pêxin û jinan bibîr bînin’   Çîlemê got jin û zarok ji derveyê şer nehatine dîtin û got: “Yanî hejmara jin û mêran yên hatin qetilkirin wek hev bûn. Me ji b o jinan metnek cuda amade kir. Ji bo me ronahî pir girîn ge. Pêxistina ronahiyê têkoşîna li dijî tarîtiyê ye. ji ber vê em ê çirayên xwe pê bixin û wan bi bîr bînin. Ev komkujî ji ber nasnameya Elewî Kurdbûnê pêk hat. Li Dêrsîmê niha jî bi polîtîkayên taybet komkujî berdewa dike.”   Çîlemê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 4’ê Gulanê de saet di 19.38’an de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe jid est dane li malên xwe çirayan pêxin û li ser çapemeniya civakî parve bikin.