‘Baqle ji bo hevsengiya xwîna laşê mirovan baş e’ 2020-05-04 09:06:00   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê bi hatina biharê re dest bi çandiniya bexçeyan kirin. Yek ji berhemên çandiniya demsalê jî  şênkahiya baqle ne. Jinên ku bi çandiniyê re mijûl dibin wiha dibêjin: “Em ji bo debara mala xwe şênkahiyê diçînin, şênkahiya baqle jî ji bo hevsengiya xwîna laşê mirovan baş e û bi feyde ye.”   Şênkahiya Baqle bi du navan tê nasîn, dema ku kesk in jê re baqle tê gotin, dema ku hişk dibe û dibe lib jê re fûl tê gotin. Şênkahiyek koka wê qalind û dirêj e. Gewde û kokên wê pir zû mezin dibin. Dema ku kulîlkan digre bêhna kulîlkên wê gelekî xweş in. Baqle di her demekê de ji bo xwarinê bi feyde ye û gelek vîtamînên cuda di baqleyan de heye. Her wiha dema baqle hişk dibin jî heman vîtamînan di nava xwe de dihewîne û ji bo tenduristiya mirovan gelekî baş e. Di heman demê de ji bo nexweşiyên weke kolestrol, qebiz, êşa gurçikan, xîz yan jî kevirê ser gurçika gelekî bi bandor e. Ji ber ku hindirê baqla de mîneralên baqir û kalsiyum heye ji bo hestuyên mirovan jî baş e. Baqle li herêmên weke Botan, Behdînan, Bakurê Sûriyeyê, Rojhilatê Kurdistan û Başurê Kurdistan şîn dibin. Bi hatina biharê re li hemû dezgehên dikandaran baqle tên firotin.    Derbarê çandiniya baqle de jinên Kantona Kobanê Farîzê Bozê û Nesrîn Hisên nêrînên xwe bi me re parve kirin.   ‘Baqle yek ji berhemên biharê ye’   Farîze derbarê çandinî û komkirina baqleyan de wiha axivî: “Baqle li cihên avî  zêdetir baş şîn dibin. Di demsala payizê de em dest bi çandiniya baqleyan dikin, heya meha Hezîranê em kedek mezin di ber çandiniyê de didin. Dema gîhayek cuda di nava beqleyan de şîn were wê demê ew baqle çênabin, ji ber wê pêwîst e her tim nava wan bi baldariyek baş were  paqijkirin. Ji xwe di dema çandiniyê de pêwîst e tu tovên wan durî hev biçînî, ji bo baş şîn werin. Çandiniya baqle û ceh bi hev re dest pê dike, Ji xwe her du jî di payizê de tên çandin di Hezîranê de jî têne komkirin. Sala ku baran zêde be baqle heya meha Nîsanê zêde nayên avdan. Di meha Nîsan û Gulanê de baqleyên kesk tên jêkirin û di Hezîranê de jî baqle tên jêkirin. Gîhayê ku ji ber baqlan jî derdikeve ji bo xwedîkirina sewalan tê bikaranîn.”   ‘Baqle di her demsalê de tê xwarin’   Farîze behsa xwarinên ji baqla tê çêkirin kir û wiha pê de çû: “Baqle ji bo pir nexweşiyan derman e û gelek fêdeyên wê hene. Baqle dema kesk û dema hişk jî gelek bi fêde ye. Di herdû deman de jî bi vîtamîn e. Em ji herdu cureyên baqleyan jî gelek xwarinên cur be cur çêdikin. Dema hişk dibe jî weke fûl tên kelandin û datînin ser birinc, her wiha şorbe jî jê çêdibe.”   ‘Ji bo debara mala xwe em çandiniya baqla dikin’   Nesrînê qala keda di ber baxçeyan de didin kir  û berhemên baqle û wiha dom kir: “Em baqleyan ji bo debara malbata xwe diçînin. Em di meha Mijdarê de dest bi çandiniya baqleyan dikin, xwedîkirina baqleyan kedek mezin dixwaze û her tim divê mirov pê re mijûl bibe. Piştî ku baqle kulîlk girtin û şûn de pêwîst e tu avdaniya wan nekî, ji ber kulîlkên wan diweşin, piştî ku kulîlk dibin baqle avdanî jê re tê kirin. Salên ku baran zêde be wê salê berhemên baqle jî başe. Di meha Hezîranê de baqle tên berhevkirin û davêjin patosê, piştî liv û gîhayên wê ji hev tên cudakirin. Dendikên wê tên zuhakirin û gîhayê wê jî ji bo xwedîkirina sewalan tê firotin. Li herêma me du cureyên baqleyan heye, cureyekî re dibêjin baqleyên Şamî û cureya din jî baqleya Qibrîsiye, lê cureya herî baş baqleya Şamî ye.”    ‘Baqle ji bo tenduristiya mirovan bi fêde ye’   Nesrînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser fêdeyê baqleyan û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Ji ber ku di nava baqle de mînerala magnezyum û baqir heye ji bo nexweşiya hestiyan baş e. Her wiha ji bo nexweşiya kolestrol û ji bo hevsengiya xwina di laşê mirov de jî bi fayde ye. Di her demekê de mirov baqleyan bixwe wê baş be.”