Dayikên ku gundê xwe diparêzin banga yekitiya neteweyî kirin 2020-05-03 09:07:23   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Cemîla Ehmed ligel 65 saliye jî li dijî êrîşan parastina gundê xwe dike, Cemîla diyar kir ku li dijî êrîşan divê yekitiya neteweya kurd bê avakirin û got: "Tenê bi yekitiyê mirov dikare hebûna Gelê Kurd biparêz e."    Mirov li kîjan kolan, navçe û civatê bigere mijara yekîtiya kurdan ser ziman e. Ne tenê di kolan û civatan de, dayikên ku li hemberî êrîşa  dewleta tirk li ber xwe didin jî banga hewcedariya yekîtiya kurdî dikin. Yek ji wan dayikan Cemîla Ehmed a 65 salî ye. Cemîla ji gundê Bab El-Xêr ê girêdayî navçeya Zirganê dijî. Cemîle jî wekî şêniyên din 7 meh in li vir li hemberî êrîş û topbaranê jiyana xwe didomîne. Cemîla di vê temenê xwe de parastina gundê xwe dike û da zanîn ku li dijî êrîşan divê yekitî pêk bê.    Cemîla di destpêka axaftina xwe de balkişand ser planên dewleta tirk a li ser Gelê Kurd û wiha got: "Dewleta tirk a ku bi xwînrijandinê tê nasîn, dixwaze îro hemû qirêjiya xwe derbasî herêmên me bike. Me rojekê zirar ne da ye tu kesî. Erdogan çî dozê li me dike? Lê dijminatiya xwe bi her awayî nîşan didin. Dewletên ku destê wan di xwîna Gelê Kurd de hebe em wan efû nakin."   'Em gundê diparêzin'   Cemîlayê berxwedana sivîlan a hemberê êrîşan wiha anî ziman: "Xew li me tune ye ji ber topebaranan. Lê dîsa jî em gund û malê xwe diparêzin. Bi şev û roj çeka me di destê me de ye û em parastinê dikin. Kêliyên topbaranê em xwe davêjin taldeyê xaniyan û piştî radiweste em vedigerin malên xwe."   'Bi saya têkoşînê axa pîroz rizgar bû'    Cemîlayê bal kişand ser tîfaqên xwînrêjan û wiha pêl da gotina xwe: "Dijminên Kurdan çi ji destê wan bê, wê ji bo tunekirina Kurdan bike. Hovîtî û kiryarên xwe yê li dijî gel pêk bîne. Bi saya têkoşîna şervanên azadiyê axa pîroz hatiye rizgarkirin. Wê dîrok rûreşiya li hemberî Kurdan jibîr nek. Em zarokên xwe yên ku me fedayî vê axê bûne tu carî jibîrnakin. Ji ber welatê xwe em bedelên giran didin. Dê dayikên wan êdî tola wan hilînin."   'Divê kurd rûmeta xwe biparêzin'    Cemîla ser mijara yekîtiya kurdan wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bila partiyên kurd bibin yek, êdî ji xwîna şehîdên bi rûmet şerim bikin. Dijminên bav û kalan nabin dostê lawan. Bila kurd vê gotinê baş fêm bikin. Erdogan dijmine, ne dibe dost û ne jî heval. Bila kurd rûmeta xwe biparêzin û neyên xapandin."    'Bila Gelê Kurd hebûna xwe bi yekîtiyê biparêzin'   Cemîla bang li kurdan kir ku hebûna xwe bi yekîtiyê biparêzin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bila Gelê Kurd nekeve xizmeta dijminê ku nasname û hebûna kurdan qebûlnakin. Bila kurd yekîtiya xwe ava bikin û hebûna xwe biparêzin. Kurd xwedî dîrok in û pêwîste her kurdek weke erkê xwe bibîne û biparêze. Guh bidin banga dayikên berxwedêrên bi rûmet."