Li derve gefa virûsê li hundir jî gefa şîdetê 2020-05-03 09:03:54   AMED - Li gel pêvajoya şewba koronayê rêjeya şîdeta li ser jinê jî zêdetir bû. Her wiha hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan ku dide meşandin li jinan gefa kuştinê dixwe. Aktîvîstên TJA’ê Sumeyye Gok û Berîtan Onen destnîşan kirin ku AKPê bi helwesta xwe pêşiya şîdeta li jinê vedike. Vîrûsa koronayê(COVÎD-19) ku hemû cîhanê xist bin bandora xwe ji bo pêşîlêgirtina şewba koronayê wek tevdîr civak xist hundirê malê. Her wiha hikûmet jî bi polîtîkayên dixe rojevê di warê tundya li ser jinê de cesarete dide mêran. Bi astengkirina serlêdanên jinan ên stargehan re jinan bi kujerên wan re rûbrû dihêle Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ hat diyarkirin ku tenê di meha Adarê de 29 jin hatine qeil kirin û ji wan van jinan 18’yên wan di hundirê malê de hatine qetîlkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) Sumeyye Gok û Berîtan Onen li ser Vê  mijarê nirxandin kirin. ‘AKP bi politikaya xwe dijminantiya jinan dike’ Sumeyye diyar kir ku şîdeta li ser jinê divê ji polîtîkayên dewletê cuda neye dîtin û wiha axivî: “Di nav civakê de cih û rola jinan hemû bi îdeolojiya mêr hatiye sazkirin. Qanûn û biryarên AKP’ê yên derbarê jinê de zarodestiyê li ser bedena jinê pêk tînin. Ev rewş jî civaka baviksalar rewa dike. Bi vî awayî hemû îdeolojî, bawerî,ol, polîtîka,  aborî û qanûnan dikin xizmeta mêr. Her wiha polîtîkaya AKP’ê jî politikaya serdest a mêr e. Bi hepiskirina jinan di nav çar dîwaran de hemû mafên wan radestî meran kirin. Ango bi kurtasî qanûnên ku dewlet derdixe hemû ji bo serdestiya meran e. Jin dema ku ji bo mafên xwe têkoşînê didin mixabin bi girtin, şîdet, tacîz, tecawiz û qetlkirinê re rûbrû dimînin.  Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên hikûmetê şîdeta li ser jinê roj bi roj zêdestir dibe. Hikûmeta AKP’ê xwe li ser zordestiya li ser jinê dide jiyîn.” ‘Zext û şîdeta li ser jinê hatiye meşrû kirin’ Sumeyyeyê diyar kir ku şîdeta li ser jinê di nava civakê de hatiye meşrûkirin û wiha pêde çû: “ Her wiha niha ev rewşa ku me bi malê re sînordar kiriye jinan bêhtir bi şîdetê re rûbirû dihêle. Li her cihên cîhanê jin di malên xwe de ji aliye hevjin,bav an jî birayên xwe tên kuştin û bi tundiyê re rûbirû dimînin. Dema jin di vê pêvajoyê de bi şîdetê re rûbirû dimînin û gilî dikin ji wan re tê gotın ‘vîrûs heye nikarî tu kesî bibînî here mala xwe’ tê gotin. Jixwe ev rêbaz bixwe ji şîdetê re bingehê ava dike.”   ‘Desthîlatdar bi vê qanûnê berjewendiyên xwe diparêzin’ Sumeyyeyê destnîşan kir ku bi qanûna nû ya ket meriyete re  bê edaletî pêk hat û li şuna berjewendiyên civakê hikûmetê berjewendiyên xwe parastin. Sumeyeyeyê li ser tevdîrên ku divê bên girtin jî wiha axivî: “Di rojên koronayê de divê qanûn 6284’ê ya bi navê ‘Parastina malbat û bergirîya li dijî şîdeta li ser jinê’ û peymana stenbolê êwerin sepandin. Her wiha xetên ji bo bang û piştgirîyê divê bên avakirin. Li ser dijîtalê jî serlêdan û gilî divê bikaribe bê kirin. Stargehên ku hatine girtin divê dîsa bên vekirin û ligel rêxistinên jinan û komeleyan divê li dijî şîdetê argûnanên cuda jî bên bikaranîn.” Sumeyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em wek TJA’yê li dijî her cûreyên şîdet, zilm û zextê bêdeng namînin. Ji ber vê yeke berxwedan û têkoşînek hevpar divê bê honandin. Têkoşîna me ji bo hemû newekheviyên qanûn û sîsteman re berdewam e û divê jin bi wî renge li ber xwe bidin û rêxistina xwe pêk bînin.” ‘Di navbera salên 2002-2020 de 15 hezar û 557 jin hatin qetilkirin’ Berîtanê jî  destnîşan kir polîtîkayên AKP'ê ji bo jinan tüne ne, ji bo dijminatiya jinan hene û wiha axivî: " Zîhniyeta AKP'ê li hemberê jinê ji bo parastina mêran hewl dide. Li gorî raporên binpêkirina mafan di navbera salên 2002-2020 de 15 hezar û 557 jin hatine qetilkirin. Dîsa di vî raporê de di sala 2019'an de herî zêde di bin navê parastin û dozên hevberdananê de ji aliyê meran ve jin hatine qetilkirin. Jin dema di bin parastina dewletê de jî hatine qetilkiirn. Ev jî aşkere dike ku AKP dijminê jinan e. Wekî Ayşe Tuba Arslan di nav salekê de 23 caran serlêdana sûc kir lê li pêş çavê her kesî ve ji aliye heman mêrî ve hat qetilkirin. Ayşe Tuba Arslan ji bo ku bijî 23 caran bang kir lê hikûmetê guh nedayê. Wê jî wekî Emîne Bulut ji bo bijî têkoşîn da. Helwesta AKP'ê tenê ji bo xelatkirina kujerên jinan  heye.” ‘Li derve gefa virûsê li hundir jî gefa şîdetê’ Ji 11’ê Adarê ve piştî ku li Tirkiyeyê jî aşkera bû şewba koronayê heye hemû civak xistin hundirê malê û bi vî awayî jinan bi kujerên xwe re bêhtir dem derbas kirin. Di meha Adarê de ji 29 jinên ku hatine qetilkirin 23 ‘yên wan hê sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin. Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin’ ji 29 jinan 18 jin di hundirê mal de hatine qetîlkirin. Ev jî tê wateya  li derve vîrûs li hundirê jî gefa şîdetê li ser jinê heye û jin di navbera van herdu xetereyan de ne. Di vê pêvajoya xeter de jin terkî mirinê tên kirin.”