ROJEVA 3’YÊ GULANA 2020’AN 2020-05-03 09:00:00   *Rêveberiya Asayişa Jin a Kantona Kobanê Şêrîn Mihemed, diyar kir ku li herêmê qedexeya derketina dervê  berdewame û got: "Em hêvîdar in ku gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser tevbigerin. Her wiha erka me ya sereke jî parastina civakê ye." DÎMEN HEYE   *Cemîla Ehmed ligel 65 saliye jî li dijî êrîşan parastina gundê xwe dike, Cemîla diyar kir ku li dijî êrîşan divê yekitiya neteweya kurd bê avakirin û got: "Tenê bi yekitiyê mirov dikare hebûna Gelê Kurd biparêz e." DÎMEN HEYE   *Zarokên Helebê, piştî biryara qedexeya derketina derve hat dayîn dema xwe piranî li malê derbasdikin. Zarokan diyar kirin ku niha dibistan hatine girtin û malên xwe kirine dibistana duyemin. DÎMEN HEYE   *Li gel pêvajoya şewba koronayê rêjeya şîdeta li ser jinê jî zêdetir bû. Her wiha hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan ku dide meşandin li jinan gefa kuştinê dixwe. Aktîvîstên TJA’ê Sumeyye Gok û Berîtan Onen destnîşan kirin ku AKPê bi helwesta xwe pêşiya şîdeta li jinê vedike. DÎMEN HEYE   *Pira Bafid ku xwedî dîrokekek kevn e, li dijî hemû êrîşan û taxrîbatan heta roja me ya îro hatiye. Pira ku di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de cih digire ji ber şerê li Sûriye û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava terkî qedera xwe hatiye kirin û îro tene ji dûrve mirov dikare lê temaşe bike.   *Refîka Aydin a ku  nişteciha gundê Delîbab ê girêdahî navçeya Horasan a Erziromê ye jiyana gund vegot. Refikayê diyar kir ku civak bi aloziyeke mezin re rû bi rû ye û got:"  Hilbirîna civakî dikare mirovahiyê ji vê aloziyê rizgar bike. Ji ber wê divê nifşê nû şîretên mezinan guhdar bikin. Ji ber ku bîra civakî pîr û kal in. Em dikarin tenê bi kulmeke ax bi hezaran şitlên fêqî, zebze û daran biçînin." DÎMEN HEYE   *Nivîskar û lêkolînera çand û muzîka kurdî Zeyneb Yaş da zanîn ku tişta ziman û civaka kurdî li ser lingan hiştiye wêje ya wê ya bi kok e û wiha got: “Mîmarên vê wêjeya bi kok jî jin in. Têkoşîna jinan li hemberî êrişên mêtînger bê navber berdewam kiriye. Gelek jinên weke Elmas Xan û Meryem Xan bi nasnameya xwe ya jinê û kurdbûyînê re li rexmê hemû zoriyan bûn parastvanê çanda kurdî. Niha me mîrasa wan dewir girtiye.” DÎMEN HEYE   *Li Mêrdîna ku ji ber vîrusa korona mirin çêdibe û tedbîr zêde bûne, koçer jî xwe amade dikin ku derkevin zozanan. Koçerên divê ji bo sewalan derkevin zozanan, diyar kirin ku wê di bin xetereya vîrusê de bikevin rê. DÎMEN HEYE   *Damezrînera CFWIJ’ê Kîran Nazîsh û ji Medyascope TV rojnamger Işin Elîçîn der barê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de axivîn û fikarên xwe yên der barê zextên li ser çapemeniyê parve kirin. Her wiha diyar kirin ku bi piştevaniyê dikarin ji bin van pisgirêkan derkevin. BI DÎMEN   *Hafsat Abî diyar kir ku kurê wê yê li girtîgeha Panosê girtiye nexweşê gurçikane û got divê ji bo hemû girtiyên nexweş tedbîr bên girtin. Hafsatê bi lêv kir ku hevdîtina telefonê têr nîne û xwedîbûneke baş li wir tüne ye. DÎMEN HEYE