‘Em bi piştevaniyê dikarin ji bin zextan derkevin’ 2020-05-03 09:05:53   Gulîstan Azak   STENBOL - Damezrînera CFWIJ’ê Kîran Nazîsh û ji Medyascope TV rojnamger Işin Elîçîn der barê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de axivîn û fikarên xwe yên der barê zextên li ser çapemeniyê parve kirin. Her wiha diyar kirin ku bi piştevaniyê dikarin ji bin van pisgirêkan derkevin.   Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 1993’an de biryarek girt û 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê îlan kir. Armanca rojê ev bû ku rola çapemeniyê ya di parastina demokrasiyê de, rojnamegeriya etîk derxin pêş.   Lê dane, rapor û daxuyaniyên hinek rêxistin û saziyên çapemeniyê nîşan didin ku çavên wan girtiye û çavên xwe ji her tiştî re digirin.   Di Rapora Azaidya Çepemeniyê ya Cîhanê de ya Rojnamegerên Sînornenas de îsal Tirkiye di nav 180 welatî de di rêza 154’an de cih girt. Di raporê de hat gotin ku li Tirkiyeyê ji ser înternetê sansur zêde bûye.   Li gorî rapora Presse Emblème Campagne (PEC) li 23 welaî ji destpêka meha adarê heta niha herî kêm 55 rojnamegerî ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.   Damezrînera CFWIJ’ê Kîran Nazîsh û ji Medyascope TV rojnamger Işin Elîçîn der barê 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de axivîn û fikarên xwe yên der barê zextên li ser çapemeniyê parvekirin.   ‘Herî zêde rojnamegerên jin rastî zextan tên’   Kîran Kazîsh diyar kir ku azadiya çapemeniyê li gelek welatên cîhanê di bin êrîş û tehdîdan de ye û wiha got: “Yek ji welatên ku herî zêde zext li hember rojnamegerna pêk tê Tirkiyeye. Bêguman jî herî zêde rojnamegerên jin rastî zextan tê. Bi tora piştevaniyê ya me wek koalîsyon ava kir jî em armanc dikin ku bigihêjin rojnamegerên jin. Em dibînin ku her cureyê êrîş û tehdîdên li hember rojnamegerên jin nayê dîtin, nabin rapor û nûçe. Ji ber vê jî em bi tora xwe hewl didin piştgiriyê bidin wan. Bêguman mîsyona me ya herî sereke jî azadiya çapemeniyê ye. Di encama xebatên me de welatên ku herî zêde li hember rojnamegerên jin şîdet û tacîz pêk tên, Tirkiye, Pakîsan û Nîjeryaye. Li Tirkiyeyê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Sadiye Eser, Ruken Demîr û nûçegîhana Jinnewsê Melîke Aydin, li girtîgehan rastî pêkanînan hatibûn û me ev kir rapor. Her wiha di vê pêvajoya vîrusê de jî divê demildest rojnamegerên girtî bên berdan.”   ‘Êrîşên li hember rojnamegeran bandorê li ser hemû kesî dike’   Kîranê daxuyakirin ku di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de divê her rojnamegerek ji xwe pirsa ‘Ez di vê sektorê de çiqas azadim?’ bipirse û got: “Di Roja Azadiya Çepemeniya Cîhanê de du tiştên ku divê bên kirin hene. Ya yekem eve ku divê dewlet û hikûmet destên xwe ji ser çapemeniyê bikşînin û ya duyemîn û ya herî girîng jî eve ku hevkariya navbera saziyên çapemeniyê û STK’yan de xurt bibe. Li seranserê cîhanê li hember rojnamegeran zext hene. Bêguman êrîşa li hember rojnamegerekî bandor li ser hemû rojnamegeran dike. Ji ber vê jî piştevanî û hevkarî şert e.”   Işin Elîçîn jî fikarên xwe wiha anî ziman: “Ji ber çapemeniya alîgir xwe digihîne beşek mezin a Tirkiyeyê. Desthilatdarî dixwaze tiştên ew dixwazin bifikirin. Naxwaze cih bide agahiyeke din. Ferasete weşangeriyeke ku ji nirxên etîk bêpare heye. Mixabin çavkaniyê nûçeyên alternatîf hatine hespkirin. Xwezî zêdetir xwedî li sazîyên objektîf û kesên li gorî rojnamegeriyê tevdigerin bihata derketin. Îro li girtîgehan bi hezaran hevpîşeyên me ji ber fikrên xwe girtîne. Hewcedarî heye ku em bi hev re bikevin piştevaniyê.”