KCDP: Di meha nîsanê de 20 jin hatin kuştin 2020-05-02 17:09:50   STENBOL - Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), di meha nîsanê de 20 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.   Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha nîsanê weşand. Di raporê de hat destnîşan kirin ku di meha nîsanê de 20 jin hatine kuştin û êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan jî berdewam kiriye.    Di raporê de qala tedbîrên ku ji bo vîrûsa koronayê hatine girtin hat kirin û bandora tedbîrê ya li ser jinê jî hat vegotin. Di raporê de wiha hat gotin: "Tedbîrên ku li malê bimînin hatine girtin betir bandorê li ser jiyana jinê kiriye û jiyana jinan xistiye di nava zehmetiyên mezin. Ji bo vê yekê jî divê ji bo jinan tedbîrên cuda bên girtin."   Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha nîsanê de 20 jin bi awayekî bi guman hatine kuştin û êrîşa zayendî ya li hemberî zarok û jinan berdewam kiriye û ev agahî hatin parvekirin: “Sedema kuştina 14 jinan nehatiye tespîtkirin. 2 jin bi sedemên aborî, 4 jin daxwaza doza hevberdanê kirine hatine kuştin. Tespîtnekirina sedema kuştina14 jinan jî ji ber vîrûsa koronayê bû."    Di dawiya raporê de ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan ev hişyarî hat kirin: "Heta ku sedemên qetilkirina jinan neyên tespîtkirin, darizandina adîlane pêk neyê û kujer cezayên giran nexwin û tedbîrên peşîlêgirtina kuştinê pêk neyên dê hejmara şîdet û kuştina jinê dê zêdebin û berdewam jî bikin."