Goristanên li Geverê carek din hatin texrîpkirin 2020-05-02 15:22:08   COLEMÊRG  -7 car in goristana li taxa Ormanê ya Geverê tê xerakirin. Dîwarên li derdora goristanê hat hilweşandin û gulên li ser goran û kêlêkên goran hatin qurmiçandin.    Goristana li taxa Ormanê ya Geverê ya Colemêrgê, ji 13’ê adara 2016’an ve ku qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû, cara 7’emîn hat xerakirin. Li dijî goristana ku cenazeyê Suleyman Aksû yê di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê mirovên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, duh di saetên şevê de ji aliyê “kesên nasnameya wan nediyar” ve êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de dîwarê ku li derdora goristanê hatibû lêkirin, hatiye hilweşandin û gulên li ser goran û kêlêkên goran ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser wan nivîsandîne hatin perçekirin. Nêzî goristana ku hatiye xerakirin qereqol heye.    Beriya niha jî li dijî goristanê êrîş pêk hatibûn. Êrîşa 6’emîn a di 26’ê nîsana 2019’an de pêk hatibûn