Fîgen Yuksekdag: Di van rojên zehmet de piştevaniyê mezin bikin 2020-05-02 14:04:04   ENQERE- Derbarê Kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag peyama piştevaniyê şand û got: "Di van rojên zor û zehmet de, divê em bibin xwişk û bira û piştevaniyê mezin bikin."   Ji bo Kampanya Malbatên Xwişk û Bira ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandirayê peyamek şand.     Fîgen, di peyama xwe de wiha got: “Di van rojên zor û zehmet de, em piştevaniya xwişk û bira zêde bikin. Divê em di nava seferberiyek mirovî de bin. Tarîtî di nava xwe de ronahiyê jî di hewîne. Em bibin yek, em bibin deng, em bibin xwişk û bira.”