Komîteya Kedkaran bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kir 2020-05-02 13:34:31   KOBANÎ - Komîteya Kedkaran û Odeya Bazirganî yên herêma Firatê bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kirin û çûn serdana karkeran.    Bi boneya 1'ê Gulanê, Komîteya Kedkaran û Odeya Bazirganî yên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ên herêma Firatê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Hevseroka Komîteya Kedkaran a herêma Firatê Sîham Osman ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê çûn serdana kedkarên li herêma Firatê dixebitin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi boneya 1'ê Gulanê, Yekîtiya Kedkaran a herêma Firatê vê rojê li gel, kedkarên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî Sûriyeyê û li hemû kedkarên cîhanê pîroz dike. Di vê rojê de têkoşîneke mezin hat dayîn û hîna jî li hemberî mêtîngeran ber xwe didin ji bo wekhevî û edaletê.   Em îroj li hemberî vê roja pîroz ku 134 sal ser derbas dibin radiwestin, ji bo avakirina wekhevî û edaletê. Wek yekîtiya kedkaran a herêma Firatê em ê berjewendî û destkeftiyên hemû karkeran li her deverê biparêzin û pêşbixin. Ji aliyê misogerkirina mûçe û şertên tendirustî ve. Karker û xebatkarên welat, hûn beşa herî girîng a avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk in."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî 1'ê Gulanê", "Bijî wekheviya kedkaran" û "Bimre rêxistinên dîktator" bi dawî bû.   Piştî daxuyaniyê endamên Komîteya Kedkaran, Odeya Bazirganiyê ya TEV-DEM'ê çûn serdana kedkarên di aşê Kobanî, firina Jiyan, şaredariya Kobanî, şaredariya navçeya Şêranê, aşê Rovî û firina Alî de dixebitin.    Tê payîn ku sibêhê Komîteya Kedkaran, Odeya Bazirganiyê ya TEV-DEM'ê biçin serdana kedkarên herêma Firatê.