Koronayê bandora xwe li ser karê çapemeniyê jî kir 2020-05-02 09:06:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Ji ber şewba vîrûsa koronayê  rojnamegerên ku li malê xebatên xwe didin meşandin axivîn. Rojnamegeran diyar kir ku roja ewil wan pir zehmetî kişand lê piştre wan pergala  xebata li malê dane rûniştandin.   Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê (COVÎD -19) her ku diçe belav dibe. Li Tirkiyeyê jî hejmar miriyan gihişt bi hezaran û di heman demÊ de bi hezaran kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Ji ber vîrûsê di vê pêvajoyê de ji bo ewlehîya xebatkarên çapemeniyê ji hêla gelek ajansan  ve biryara xebata li malê hat dayîn. Yêk ji  van ajansan jî ajansa JİNNEWS û Ajansa Mezopotamyayê(MA) ye. Em der barê xebata li  malê de bi rojnamgeran re axivîn. Her çiqas xebata li malê hêsan bê dîtin jî ji çavkaniyan heta peydakirina dîmenan hewldaneke cuda tê dayîn û xebateke zêde dixwaze. Rojnamegeran diyar kirin ku di hela çavkaniyan de li malê zahmetiyan dijîn, dîmen û wêne pir dereng ji wan re tên şandin. Rojnamegeran anî ziman ku di pêvajoya xebata li mê de barê wan girantir bûye.   'Min eywana mala xwe veguherand cihê xebatê'   Rojnamegera Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel bi lêv kir ku wê di rojên dest pêkê de pir zehmetî kişand lê pişt re li gel hewlêdanên mezin ew zehmetî derbaskirine û wiha got:" Her roj jî bo ku ez dest bi xebatê bikim ez serê sibehê seat 6:40'an de radibûm û seat 8:30'an de me dest bi xebatê dikir. Lê mixabin vîrûsê wekî her kesî em jî bi bandor kirin. Em jî wekî herkesî xebatên xwe li malê didin meşandin. Di destpêka xebata li malê de rojên ewil ez  zû şiyar dibûm. Lê piştî demekê şûnde ev guherî. Min eywana mala xwe kir cihê xebatê. Her serê sibehê seat 8:30'an de bi heman pergalê li ser telefonê em rojevên xwe radigihînin. Piştî ragihandina rojevê ez taştê amade dikim. "   'Carna bi seatan,bi rojan ez dimînim li benda bersivandina pirsan'   Arjînê bi domdarî anî ziman ku ew bi her çavkaniyekê li ser telefonê hevdîtinê pêk tinin û ev ev tişt anî ziman:"Bi rêya telefonê xwe gihiştandina çavkaniyan pir zehmet e. Carna jî ev pir dema me digire. Çavkaniyên ku nexwazin ez pirsan li ser telefonê ji wan re bişînim  ez li ser meîlê ji  wan re dişinim. Derfet nabe ku em herin rû bi rû bi wan re hevdîtinê pêk binin. Carna bi seatan,bi rojan ez tenê dimînim li benda bersivandina pirsan. Ev jî dibe sedema biderengî ketina nûçeyan. Ez herî zêde di nûçeyên bi dîmen de zehmetiyê dikşinim. Ji ber ku çavkanî bi piranî nizanin wê dîmen çawa bikişînin Ji bo ku çavkanî bizanibe ku wê dîmen çawa bê kişandin divê dest pê kê kêm zêde em wan agahdar bikin.  Avantaja xebata li  malê tene parastina ji vîrusê ye. "   'Me rêbazên xebatê guhertin lê em berdewam dikin’   Rojnamegera JİNNEWS'ê Hîkmet Tunç jî bal kişand ser zehmetiyên xebata li malê û got ku di vê pêvajoyê de wan malên xwe veguherandina bûroyê û wiha axivî:" Vîrûsa koronayê wekî bi mîlyonan bêguman em rojnameger kirin bin bandora xwe. Li Tirkiyeyê li gel belavbûna vîrûsê wekî rojnameger me jî tedbîrên xwe girtin. Me rêbazên xebata xwe guhert ,lê em xebatên xwe berdewam dikin. Di destpêkê de me malên xwe veguherandin buroyê. Şewba her roj belav dibe, her kesî dike derûniya dibe ku derbasî min jî bibe. Ji ber vê jî divê em jî li hemberî çavkaniyên xwe hestiyar tevbigerin. Ji bo wê em li ser telefonê, skyp'ê û li ser medyaya civakî xwe digihîjin çavkaniyan.”   'Min bi însîyatîfa xwe ev berpirsyarî girt'   Hîkmetê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bi salan e li JİNNEWS'ê dixwbite û got ku ew bi zanebûna rojnamegerî pişeya herî zehmet e bû rojnameger û wiha pê de çû:" Ez jî wekî her nûçegihanek hewceye ku zêdetir  hewl bidim. Li gorî hevalên me yên din xebata min zêdetir qelstir bû. Min zû dest bi rojê dikir lê ez dereng diçûm kar. Lê di navbera vê wextî de ez jî wekî her nûçegihanek divê zêdetir nûçeyan derbixim. Ji ber ku ji xeynî herkesî berpisyariyên min yên kesane jî hene. Dema ku min ev berpisyarî girtî kesekî ez nedam zorê. Min bi însîyatîfa xwe ev berpirsyarî girt. Wekî her jinekê min jî tercîheke di cih de kir.  Wekî  her nûçegihanek xebata li malê ji min re jî giran hat. Ji ber ku zarokek min heye û di heman demê de ez ji wê jî berpirsyarim. Lê ez çawa ji zaroka xwe berpirsyar bim,ez ji nûçeyan jî ewqas berpirsyar im. Bihîstandina denge jinê peyvireke pîroze.”   'Di vê pêvajoyê de karê me zehmetir bû'   Rojnamegera JİNNEWS'ê Fîlîz Zeyrek jî zehmetiyên ku ew dikşîne vegotin. Fîlîzê diyar kir ku di vê pêvajoyê de ew jî hem jî zarokên xwe hem jî ji bihistina rastiyan berpirsyare û wiha got:" Carna ez seat 8:00'an de dest kar dikim. Rabûna min carna girêdahî şiyarbûna zarokên min e. Dema dibistan heyî ez seat 5:00'an de şiyar dibûm. Di rojên karantinayê de ev guherî. Dema ku ez radibim dest pê kê ez ji zarokan re taştê amade dikim. Amedekirina min a taştê kêfxweşiyeke mezin dide zarokan. Her serê sibehê ez malê paqij dikim. Ev paqijî carna heta seat 11'an de didome. Piştî xebatên rojane pêwîstiyên zarokan  destpê dikin. Ez jî xwendina pirtûkê heta çêkirina spartekên wan ji wan re dibim alîkar. Bêguman divê ez bi wan re jî  mijûl bibim. Ev jî pir zêde min diwestine. Ji ber ku hejmara kesên li malê jî dimîne zêde ye û her wiha diya min jî nexweşe karê malê tev ez û xwîska xwe dikin. Carna hefteyê 2 caran em nan dipêjîn.”   'Zarok hevpeyvînên min sabote dikin'   Fîlîzê wiha bahsa xebata xwe kir:" Di nava rojê de ez nûçeyên xwe teslîm dikim. Ji bo ku li malê em pirin odeyek  tüne ye ku ez lê bixebitim. Li gel berhevkirina nûçeyekê nivîsa wê jî li maleke wiha pir zehmete. Li dijî Van neyîniyan hemûyan ez dîsa jî nûçeyên xwe dinivîsim. Her wiha her roj bi mijarên cuda ez nûceyan berhev dikim. Wekî ku hûn jî dibinin li welat rojev hemane û naguhere. Di dîtina nûçeyan de ez bi xwe ewqas zehmetiyê nakişinim. Lê di van rojan de ez zêdetir dixebitim û zetir diwestim. Ji ber zarokan li ser skyp'ê ez di warê girtina hevpeyvîne de zahmetiyan dikişînim. Ji ber ku zarok vê sabote dikin. Carna heta ku ranezên ez dest bi nivîsandin nûceyan nakim. Heta ku ew radizinên ji xwe dibe nîvê şevê dikarim bibêjim ku carna ez heta serê sibehê tenê bı nivîsandina nûceyê re mijûl im.”   'Ez ji ajansa xwe hêzê digirim'   Fîlîzê herî dawî da zanîn ku ew ji ajans û hevalên xwe hêzê digire û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Her çiqas zehmet jî be bi rastî jî  ez jî hevalên xwe û ji ajansa xwe hêzê digirim. Jinên ajansê nîşan min dan ku hêza jinê ya cewherî bi aboriya xweser pêkan e. Jinan nîşan min dan ku ez azad û xweşik li  jiyanê binêrim. Ji ber wê jî ez jî pişeya xwe pir kêfxweş û bextewar im."