Medîne Urak: Rêya bidawîkirina şer di Îmraliyê re derbas dibe 2020-05-02 09:04:00   AMED - Aktîvîsta TJA'ê Medîne Urak diyar kir ku ji hemû rewşên neyînî ku îro pêk tên îqtîdara AKP –MHP’ê berpirsiyare. Medîneyê anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî be û hemû girtigeh bên valakirin.   Bi şewba koronayê (Covîd -19) re ku roj bi roj bsêelav dibe bala hemû kesî çû ser gitîgehên ku di bin xeteriya vê vîrusê de ne. Li gel vê xeteriya vîrusê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî berdewam dike.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) Medîne Urak li ser vê mijarê nirxandin kir.   'Birêz Ocalan ji nava çar dîwaran xwe digihîne Gelê Kurd'   Medîneyê diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê li ser şexsê wî ye, di heman demê der li hemberî Gelê Kurd sucekî mezin e û wiha axivî: "Di serî de divê em vê tecrîdê wekî li ser hemû Gelê Kurd pêk tê binirxînin. Ji ber ku ev tecrîd ne tenê li Îmraliyê her wiha li tevahiya Kurdîstanê de tê meşandin. Sedema wê tecrîdê jî tirsa ji belavbûna fikir û ramanên birêz Ocalan e. Ji ber ku birêz Ocalan ji nav çar dîwaran xwe digihe hemû Gelê Kurd. Birêz Ocalan Di sîyaseta cîhanê de ji bo mijarên xweza, jin, şer û her wekî din şîroveyên îdeolojîk jî dike. Ev hemû sedemên tecrî dê yên herî girîngin."   'Li ser civakê şerekî ehlaqî û polîtîk tê meşandin’   Medîneyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di parastinên xwe de tîne ziman ku şerê herî mezin û xetere yê exlaqî polîtîk e û wiha axivî: "Li ser civakê şerekî ehlaqî û polîtîk tê meşandin. Şewba koronayê jî encama modernîteya kapîtalîst e û niha ev modernîteya kapîtalîst di asta hilweşandinê de ye. Herî dawî jî dê ev pergal têk biçe. Dema ku hilweşe jî wekî alternatif wê pergala modernîteya demokratik bê avakirin. Birêz Ocalan li ser vê mijarê bi salan e nerînên xwe anîne ziman. Îro jî hemû cîhan vê rastiyê dibîne. Bi tunekirina xweza, dîrok û kedê re îro cîhan ji hilberînê hat dûrxistin û îro mirovahî di sînorê birçîbûnê de ye."   'Divê êdî dev ji polîtîkayên dijminane berdin'   Medîneyê destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê her aloziyê ji xwe re wekî fersend dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di  pêvajoya şewba koronayê de jî AKP’ê kurd kirin hedefa xwe. Ji bo ku tecrîd neyê rakirin astengiyan derdixe. Herwaha tifaqa AKP-MHP’ê di vê pêvajoyê de ji xeynî girtiyên siyasî hemû kujer berdan derve. Birêz Ocalan jî di bin xetereyê de ye û em ji bo wî gelek bi fikar in. Ji ber ku yek ji cihên xeteriya belavbûna vîrusê lê heye Îmralî ye. Ger ku tenduristî û temenê birêz Ocalan jî bikin ber çav divê demildest şert û mercên wî bên başkirin. Îro hem Îmrali hem jî hemû girtigeh di heman rewşê de ne. Ji ber vê yekê divê dev ji wan polîtîkayên dijminane berdin û birêz Ocalan û girtiyên siyasî serbest berdin."   'Rêya bidawîkirina şer ji Îmraliyê derbas dibe."   Medîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji  hemû rewşên neyînî ku pêk tên tifaqa AKP-MHP’ê berpirsiyar e û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Îro sedema zêdebûna şîdet, qetlîam û tecawizan hemû ji ber tecrîda ku tê meşandin e . Em wek jin baş dizanin ku bi fikr û nerînên birêz Ocalan em dikarin azad bin. Heta ku tecrîd neqede em nikarin azad bibin. Her wiha wekî birêz Ocalan diyar dikir Her wiha wekî birêz Ocalan diyar dikir ku heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Berxwedana birêz Ocalan berxwedana gelan e. Birêz Ocalan faylezofê vê sedsalê ye divê ev tişt bê dîtin û bi wî awayî polîtîkayên xwe bimeşînin. Li Rojhilata navîn jî rêya bidawîkirina şer di Îmraliyê re derbas dibe.”