'Em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê xwe diparêzin' 2020-05-02 09:03:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Emîna Bekir, derbarê tevgera gel a ji bo qedexeya derketina derve de axivî û got: "Ji 23'yê Adarê heta roja îro gel bi me re dibe alîkar û li gor biryaran tev digerin. Em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê xwe diparêzin."   Vîrûsa Korona (covid-19) yekem car di Kanûna 2019'an de li Çînê derket û bi awayekî lez li cîhanê belav dibe. Vîrûsa Korona bû sedema mirina bi sed hezaran welatiyan û bi milyonan kesî ev nexweşî, wergirtine. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê qedexeya derketina derve ragihand û li gor pêwîstiyê gel biryarên girîng dan, gel jî li gorî wan biryaran tev digerin. Derbarê qedexeya derketina derve de Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Emîna Bekir axivî.   'Bi sedema vîrûsê welatî bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû dimînin'   Emînayê da zanîn ku zêdetirî 4 meh in Vîrûsa Korona derketiye û bi awayekî lez li tevahî cîhanê belav dibe û wiha pê de çû: "Nexweşiya Vîrusa Korona bû sedema mirina bi sed hezaran welatiyan û nexweşiya bi milyonan  mirovên li tevahî cîhanê. Di heman demê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan û qada aborî jî, dike. Welatiyên ku rojane kar dikin piştî belavbûna vîrûsê û qedexeya derketina derve, bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû dimînin. Piştî belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina welatiyan ji Vîrûsa Korona û rê li pêşîgirtina wê, qedexeya derketina derve li  tevahî herêmê di 23'ê Adarê de ragihand. Ji aliyê  xwe ve gel ev biryar heta roja me ya îro jî bi rengekî erênî derbas dikin. Bi rêya biryarên ku derketin me karibû parastina gelê xwe bikin. Qedexekirina derve hîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Heta ku derman ji vê nexweşiyê re bê dîtin ew ê dewam bike."   'Maseya  kirîzê li herêmê li gorî pêwîstiyan biryaran dide'   Emîna destnîşan kir ku ji bo parastina welatiyan ji Vîrûsa Korona piranî sazî û dezgeh hatine rawestandin û wiha domand: "Saziyên ku pêwist e karê wan neyê rawestandin wek Şaredariya gel, desteya tendirustî, asayîş, desteya kar û barê civakî, muderiyeta pêjiyanî û Rêveberiya Xweser di vê demê de bê navber li ser kar in. Şaredariya gel ji aliyê deznefektekirina bajêr, kolan û saziyan de rola xwe dilîze. Her wiha rojane bajêr paqij dikin. Desteya Tenduristîyê ya Herêma Firatê  di vê demê de di nav liv û tevgerê de ye û 3 navendên karantîna û navendek a rewşên awarte amade kirin, da ku 24 saetan li ser kar bin. Komîteyek hat avakirin ji bo ku pêwistiyên alavên tenduristî peyda bikin, heta niha gelek alav peyda kirin û hewil didin giştî alavên tenduristî peyda bikin. Di heman demê de hêzên Asayîşê jî bi armanca hişyarkirina gel û parastina wan li ser kar in. Desteya kar û barê civakî bi hezaran pakêtên xwarinê li malbatên ku ji ber qedexeya derketina derve karê wan hatiye rawestandin û zehmetiyan di debarê jiyana xwe de dibînin, belav kirin û di demên pêşiya me de wê careke din were belavkirin. Li kêleka van maseya kirîzê jî xebatên xwe dide meşandin û li gorî pêwistiyên gel biryaran didin."   'Şêniyên herêma Firatê giringî didin çandiniyê'   Emînayê teqez kir ku şêniyên herêma Firatê giringî didin çandiniyê û bi rêya çandiniyê debara jiyana xwe dikin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê di demên dawiyê de hin biryarên girîng ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di derbarê mewsimê û patosan de hatin derxistin.  Ji bo  ku xwediyê patosan karibin bi awayekî serbest kar û xebatên xwe bidin meşandin. Di destpêka ragihandina qedexeya derketina derve û heta roja me ya îro gelê herêmê bi me re dibe alîkar in. Gel  parastina xwe ji Vîrûsa Korona dikin û dema ku pêwîstiyê wan bi tiştekî hebe bi tedbîr ji malê derdikevin."