‘Bi hunera xwe em ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê xwe’ 2020-05-02 09:01:00   Dîcle Demhat - Xezne Celal   KOBANÊ - Piştî keda 3 mehan Çand û Hunera Kobanê berhemên xwe yên stranan pêşkêş kirin. Derbarê van berheman de Endemên Çand û Hunerê Mehbûbe Botan û Jîn Êto xebatê xwe nirxandin û wiha gotin: “Armanca me ew bû ku em bi hunera xwe piştgiriya berxwedana Girê Spî û Serêkaniyê bikin.”    Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunera Kobanê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê her sal kar û xebatên xwe berfirehtir dikin. Bi sedan ciwan û gelê herêma Firatê cihê xwe di çand û hûnerê de digirin, xwe fêrî amûrên muzikê û hunerên cur be cur dikin. Dem bi dem berhemên  hunera xwe pêşkêşî gel û tevahî civakê dikin. Piştî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat meşandin, xwestin bi hunera xwe piştevaniya şervanên QSD’ê bikin. Piştî keda sê mehan  jî du berhemên xwe yên strana  bi navê ‘Qêrîna Firatê’ û ‘Şehîdên me rêberên me ne’ derxistin. Bi kelecaneke mezin, hemû hunermendên herêmê cihê xwe tê de girtin. Li ser amedekariya herdû berheman Endamên Çand û Hunerê Mehbûbe Botan û Jîn Êto bersiva pirsên ajansa me dan.   Di vê meha derbasbûyî de du berhemên nû ji aliyê Çand û Hunera Kobanê ve hatin pêşkêşkirin keda te jî ji bo van stranan heye, armanca we ya sereke ya têkildarî van berheman çibû?   Mehbûba: Ji aliyê çand û hunerê ve du berhemên nû di vê mehê de derketin, min di herdu berheman de jî cihê xwe girt. Strana Qêrîna Firatê li ser şerê Gire Spî û Serêkaniyê hatibû çêkirin, şerê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê heta niha jî li ser herêmen me berdewam e. Wek stranbêj me jî xwest em bi stranên xwe piştgiriyê bidin berxwedana rûmetê. Strana Qêrîna Firatê bi alîkariya çand û hunera Kobanê hat amedekirin, hemû stranbêjên Kobanê tevlî vê staranê bûn, weke Koma Botan me jî tê de cihê xwe girt. Strana koma Botan ya ser şehîdan jî armanca wê ew bû ku hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê bi bîr bînin. Li ser navê hemû şehîdan bi keda stranbêj Azad Botan ve hat amedekirin û endamên Koma Botan hemûyan tê de cih girtin.”    Di starana Qêrîna Firatê de hemû hunermendên Kobanê tevlî bûn, tu jî weke jineke ciwan cara yekemîn tevlî gotina straneke bi vî rengî dibe, piştî pêşkêşkirina vê stiranê te xwe çawa hês kir?    Jîn: Beriya her tiştî ez strana Qêrîna Firatê diyarî malbata Şehîdan dikim. Di strana Qêrîna Firatê de hemû hunermendên Kobanê cihê xwe tê de girtin û em jî wek koma Koral tevlî gotina vê stranê bûn. Stran li Çand û Hunera Kobanê hat qeydkirin. Helbestvanê strana Qêrîna firatê jî Bavê Cengîn bû, Husên Xanî jî awazê wê amede kiribû û Aşiq Şahîn jî tomar kir. Dema ji min re gotin tu yê di kilîbê de cih bigire ez pir kêfxweş bûm. Wek endama Koma Koral em tevlî gelek şahiyan bûne, lê ji bo çêkirina kilîbê min cara yekem tê de cih girt. Kelecaneke pir mezin min girt û heta ku kilîb hat weşandin jî kelecana min hebû. Wek jineke ciwan di kilîbeke wiha de cihgirtin hestekî cuda ye û ez hîn jî di nav wê kelecanê dijîm.   Piştî qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, hûn wek endamên Koma Botan li herêmê bi çi rengî kar û xebatên xwe didin meşandin?   Mehbûba: Ji ber nexweşiya Vîrûsa Koronayê li giştî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kar û xebatên saziyan hatine sekinandin, wek çand û huner em jî di mal de kar û xebatên xwe didomînin. Bi endamên Koma Botan re pêwendiya me rojane heye, di pêşerojê de pêwist e kar bi çi rengî bê meşandin li ser vê yekê lêhûrbûnên xwe em bi hev re parve dikin.  Hejmara endamên koma botan 7 kes in û li malê em rojane pirova dikin.  Beriya Vîrûsa Korona me ji bo derxistina streneke nû kar dida meşandin, lê ji ber vîrûsê  ev yek hat sekinandin. Ez bi xwe caran derdikevim kar ji ber ku ne tenê di Koma Botan de cih digirim, di heman demê de ez di Meclisa Kobanê de dixebitim,  ji bo wê jî dema derdikevim di herdu karan de jî dixebitim. Em wek endamên koma Botan tevî nexweşiya koronayê jî, ji bo hunerê xwe pêş bixin kar û xebatên xwe di malên xwe de berdewam dikin.   Kar û xebatên koma Koral li herêma Firatê di çi astê de ye?   Jîn: Endamên Koma Koral berê li Kobanê nezî 40 kesî bûn, niha hejmara wan kêm bûye. Beriya qedexeya derketina derve me ji bo dika hunerî xwe amade dikir, stranên wê nêzî nîv saetekê ne, tê de hem şano heye û hem jî stran hene. Weke Koma Koral em ji bo hemû şahî û moralan amede ne, amedekariyên me her tim hene. Şahiyên hatibûn amedekirin û ji ber Vîrûsa Korona hat sekinandin, ji bo wê jî me nikaribû em berhemên xwe pêşkeş bikin. Wek endamên Koral me li ser înternetê grup ava kiriye, tê de bi hev re diaxivin û li mal dixebitin. Dema qedexebûna derketina derve xilas bibe, em ê dîsa bên gel hev kar û xebatên xwe berdewam bikin.   Piştî belevbûna nexweşiya Vîrûsa Korona û qedexeya derketina derve hat ragihandin, çiqas bandor li ser karê hunerê dike û banga we ji bo jinan çi ye?   Mehbûba: Çawa ku nexweşiya Vîrusa Koronayê li ser tevahî cîhanê bandor kir li ser kar û xebatên me jî bandoreke neyînî çêdike. Me ji bo şahiya Newroza 2020'an xwe amade kiribû û koma me ya zarokan jî hebû, lê ji ber nexweşiya Vîrusa Koronayê em neçar man ku şahiyê bidin sekinandin. Wek hunermendekê ez bang li hemû jin û jinên ciwan dikim ku deng û hunerên xwe derxin pêş. Serdana navenda çand û hunerê bikin û hunerên xwe pêşkeşî tevahî gel bikin.    Jîn:  Di Kobanê de pir jin û jinên ciwan hene dengê wan pir xweş û zelal in, ji aliyê tevlîbûnê de jî pir kes serî lê didin. Daxwaza me ew e ku ev kes di komên çand û hunerê de cih bigirin û berhemên xwe pêşkeşî cîhanê bikin. Pêwîst e em kurd çanda xwe ya hunerê pêş bixin. Ji ber ku bingeha mirovahiyê çand e.”