ROJEVA 2’yê GULANA 2020’AN 2020-05-02 09:00:00   *Piştî keda 3 mehan Çand û Hunera Kobanê berhemên xwe yên stranan pêşkêş kirin. Derbarê van berheman de Endemên Çand û Hunerê Mehbûbe Botan û Jîn Êto xebatê xwe nirxandin û wiha gotin: “Armanca me ew bû ku em bi hunera xwe piştgiriya berxwedana Girê Spî û Serêkaniyê bikin.” DÎMEN HEYE   *Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî, derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê nirxandin kir û got: "Kiryarên hovana li pêşiya çavên her kesî tên kirin, bê ku hurmet  ji mirovan re bê girtin û jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.” DÎMEN HEYE   *Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Emîna Bekir, derbarê tevgera gel a ji bo qedexeya derketina derve de axivî û got: "Ji 23'yê Adarê heta roja îro gel bi me re dibe alîkar û li gor biryaran tev digerin. Em bi hev re li dijî Vîrusa Koronayê xwe diparêzin." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA'ê Medîne Urak diyar kir ku ji hemû rewşên neyînî ku îro pêk tên îqtîdara AKP –MHP’ê berpirsiyare. Medîneyê anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî be û hemû girtigeh bên valakirin.   *Koçerên li gundê Babga yê navçeya Silopiyê ku debara xwe bi berhemên şîr ên wekî mast û penêr dikin, diyar kirin ku ew di van rojan de amadekariyê dikin ku berê xwe bidin Zozanên Feraşînê yê Elkê. BI DÎMEN   Ji ber şewba vîrûsa koronayê  rojnamegerên ku li malê xebatên xwe didin meşandin axivîn. Rojnamegeran diyar kir ku roja ewil wan pir zehmetî kişand lê piştre wan pergala  xebata li malê dane rûniştandin. BI DÎMEN   *Jinan diyar kirin ku bi qanûna înfazê re jiyana wan zêdetir ketiye bin tehdîdê û gotin qanûn qanûnek newekheve û şîdet zêde kiriye. Jinan her wiha daxuyakirin ku desthilatdarî wan matmayî nahêle û banga piştevanî û têkoşînê li hemû jinan kirin. BI DÎMEN   *Jinên Botanê tevî jiyana bajar têkiliya xwe bi xwezayê re didomînin û li zozanên bilind yên Feraşînê kerengan kom dikin. BI DÎMEN   *Suna Unal ya ji ber vîrusê hevjînê wê naxebite, bi barê li malê re berpirsyariya aborî jî girt ser xwe. Sunayê li bazarê tezgah vekir û rîçala ku bi fîkiyên bixwe gîhandiye çêkiriye, difroşe û pê debara xwe dike. Sunayê got jin rojên zehmet de zêdetir kedê didin û keda wan nayê dîtin. BI DÎMEN