Li Çewlîgê kêlên goran hatin şikandin 2020-05-01 16:59:02   ÇEWLÎG - Li Çewlîgê, kêlên gelek gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin rûxandin. Leşkerên kêlên goran şikandin, li malbatên wan geriyan û ji wan xwestin ku kêlan ji holê rakin.   Li gundên Karer a navçeya Azaxpêrt û Îbrahîman a girêdayî Çewlîgê, gorên HPG’iyan ê di demên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin parçekirin. Leşkeran kêlên goran şikandin û dûre li malbatan geriyan û ji wan re gotin werin rakin.   Qereqolê di 14’ê Nîsanê de, bangî ferdên malbata Sevda Serînyel a HPG’î ya di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Karer hatibû definkirin, kir. Fermandarê qereqolê ji xizmên Sevda pirsa “Kêlê gorê kî çêkir, gelo malbatê çêkir?” kir û ji malbatê xwest ku kêlê gora Sevdayê bişkînin. Ferdên malbatê ev daxwaza fermandarê qereqolê qebûl nekirin û gotin: “Li ser kêla gorê tiştekê sûc be tuneye.” Ferdên malbatê bi vî awayî şikandina kêlên gorê redkirin."   Leşkeran piştî vê rewşê nivîsên “Ji bo jiyanê em çiqas mirin” û “Mercan” ên li ser kêlên gora Sevda Serînyel a HPG’î jêbirin, tenê wêneyê wê, paşnav û navê wê, dîroka dayikbûn û mirina wê hiştin. Leşkeran piştî kêlên gora Sevdayê rûxandin, bi telefonê her tim li malbatê geriyan û ji malbatê xwestin ku wêneyê wê jêbikin. Ferdên malbatê ji bo ku carek din leşker êrîşî gora keça wan neke, li ber gorê nobetê digirin.   Di heman demê de, leşkeran kêlên gorên hin HPG’iyan ên li gundê Îbrahîman a girêdayî navenda Çewligê û derdora gundê Karer rûxandin. Leşkeran dûre li malbatan geriyan û ji wan xwestin ku kêlên şikandine ji holê rakin.