Jinên Şengalê: Divê çeteyên DAÎŞ'ê hemû bên darizandin û cezayên xwe bikişînin 2020-05-01 14:20:13   Delîla Axîn-Nesrîn Hesîn   ŞENGAL - Jinên Şengalê têkildarî darizandina çeteyên DAÎŞ'ê de gotin:"DAÎŞ dijminê mirovatiyê ye. Divê çeteyên DAÎŞ'ê hemû bên darizandin û cezayên xwe bikişînin."   Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn û gelek Êzidî hatibû kuştin û revandin. Gelek jinên Êzidî li bazaran hatibûn firotin û bi tecawizê rû bi rû hatibûn hiştin. Derbarê darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên ku komkujî pêk anîn de jinên Şengalê nêrînên xwe anîn ziman.    'Divê yên hevkariya DAÎŞ'ê kirine jî bên darizandin   Rewa Seîd a ku di sala 2019'an da ji destên çeteyandan rizgar bû wiha got:"Em dixwazin hemû çeteyên DAÎŞ'ê bên darizandin. Divê yên hevkariya DAÎŞ'ê kirine jî bên darizandin. DAÎŞ dijminê mirovatiyê ye. Divê çeteyên DAÎŞ'ê hemû bên darizandin û cezayên xwe bikişînin."   'Divê hemû welat ji bo çete bên darizandin bixebitin'   Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Xwedêda jî wiha got:"Hinek çeteyên DAÎŞ'ê ew ê li Elmanyayê werin dadgehkirin. Gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên ji welatê cuda hene. Divê hemû welat di warê darizandina çeteyan de helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê hemû welat ji bo çete bên darizandin bixebitin. Em wek jinên Êzidî di fermanê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Loma divê DAÎŞ cezayê xwe bikişîne."