Kesên ber bi Taksimê ve meşiyan hatin binçavkirin 2020-05-01 13:28:53   STENBOL-Gelek kesên ku bi boneya 1'ê Gulanê ber bi Taksimê ve meşiyan hatin binçavkirin.    Li Stenbolê ji serê saetên sibehê de gelek kesên ber bi Taksimê ve meşiyan tevî astengiyên polîsan pankart hilgirtin û dirûşme berz kirin. Ji Mecidekoy û Şişliyê ber bi Taksimê ve bi hilgirtina pankartên "Tu qedexeyên we nikare ji bo pirozkirina 1'ê Gulanê bibe asteng","Bijî 1'ê Gulanê" ber bi Taksimê ve meşiyan. SGDF, ESP, Partiya Şoreşger, Yekîtiya Têkoşîn û Şoreşê ya Yektîtiya Xwendekaran dirûşmên "Bijî Yekê Gulanê","Her der Taksim her der serhildan e" berz kirin.    Di dema meşê de di encama êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.