'Xwe biparêze û bi tendurist bijî' 2020-05-01 09:04:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen nirxandinên xwe di derbarê xeteriya Vîrûsa Korona û tedbîrên li hemberî vîrûsê girtine kir û wiha got: "Xeteriya Vîrûsa Korona hîna li ser jiyana mirovan heye û jiyana bi hezaran kesan di nava tahlûkeyê de ye."   Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê gelek têdbîr li hemberî Vîrûsa Korona (Covit-19) girtine. Li gor derfetên heyî desteyê sê cihên karantînayê û yek jî ji bo rewşa awarte vekirin. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê cîhazê bi navê "kît" ji herêma Firatê re şand, ev du roj in jî Başûrê Kurdistanê 4 cîhazên tehlîlê radestî herêma Cizîrê kir û ji wan 1 rêkirin herêma Firatê. Heta niha ew cîhaz bi cih nebûye, ji bo cîhazê tehlîlê 4 endam ji Kobanê derbasî perwerdeya li Qamişloyê bûn, li cihê navenda rewşa awerte de 24 saetan bijîjk, ajokarên ambulansan û hemşîre bi dor veger nobedariyê dikin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Desteya Tenduristî ya herêma Firatê Hedle Hesen nirxandinên xwe di derbarê xeteriya Vîrûsa Korona û tedbîrên wan li hemberî vîrûsê girtine kir.   'Li gor derfetên heyî em xwedî amadekarî ne'    Hedlê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya Vîrûsa Korona li cîhanê û wiha pê de çû: "Wek tê zanîn ku Vîrûsa Korona niha li tevahî cîhanê belav bûya û xeteriyeke mezin li ser jiyana bi hezaran mirovan çêkiriye. Rojane bi hezaran mirov ji ber Vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest didin û hin ji wan tedawî kirin û ji vîrûsê xilas dibin, lê hejmara miriyan zêde ye. Tevahî cîhan di nava liv û tevgerê de ye ku dermanekî ji bo Vîrûsa Korona peyda bikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve ji 23'yê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand. Di van demên nazik û hesas de pêwîstiya mirovan bi parastinê heye, pêwîst e her kes xwe ji vîrûsê biparêze, ji ber ku xeteriya vîrûsê ya herî mezin li ser jiyana mirovan e. Wek beşa tendurustîyê me jî amedekariyên xwe li hemberî Vîrûsa Korona girtine. Sê cihên karantîna û yek ji bo rewşa awarte hatine vekirin heya niha 180 textên razanê amede ne. Her wiha 24 saetan ajokarên ambulansan, bijîşk û hemşîre li cihên ku me amede kiriye bi dor veger nobetê digirin."   'Ji bo keda ku hatiye dayîn em carek din sipasiya wan dikin'   Hedlê wiha axaftina xwe domand: "Dema ku kes bixwazie xwe bigihîne me reqema me ya lezgîn ji bo rewşa awarte heye, dema ku rewşek hebe wê demê bijîşk, hemşîre, ambulans û yên ku testên wan çêdikin bi hev re diçin, heya niha testên 11 kesan hatiye çêkirin û encam negetîf derket. Ji Başurê Kurdistanê 4 cîhazên tehlîlê hatin yek jê para herêma Firatê bû, duh gihîşt me, ew cîhaz gelekî hesas e em niha cihekî ji bo cîhaz amede dikin, hevalên me ji bo cîhaza ku ji Başur hatiye derbasî perwerdeyê bûn. Hînek welatiyên ji Kobanê xwestin bi çêkirina hin cîhazên nefesê bi me re bibin alîkar, lê ew cîhaz bi awayekî tibî ji nexweşan re nikare bibe alîkar. Ji bo keda ku hatiye dayîn em carek din sipasiya wan dikin."   'Pêwîste bi her şêwazî em xwe ji vîrûsê biparêzin'   Hedlê di dawiya axaftina xwe de got pêwîst e gel xwe ji vîrûsê biparêzin û li malên xwe bimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desteya Tenduristîyê dest bi sê hemleyan kiribû. Dibistan, sazî, kolan û mizgeft hatin dezefenktekirin. Her wiha civîn ji bijîjkên Kobanê re hat çêkirin û di encamê de Komîteyeke bijîşkan hat hilbijartin, di demên pêş de em ê civînan ji nexweşxaneya Kobanê û Heyva Sor ya Kurdî re jî çêbikin, ji bo em bizanibin wê ev komîte heta kîjan astê bikaribe ji me re bibin alîkar. Hêviya me ji gelê me re heye ku li gor biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin û xwe ji vîrûsa Korona biparêzin. Niha hinekî pêla germbûnê rabûye, lê disajî pêwîst e em xwe û derdora xwe biparêzin, ji bo em jiyana xwe û derdora xwe nekin xeteriyê."