ROJEVA 1’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-01 09:00:00     *Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim, derbarê kampanyaya alîkariyê ya ji bo malbatên xizan û xebatên ji bo wê hatiye kirin de axivî. Hêlînê got: “Desteya Kar û Barê Civakî pêwîstî dît ku bi malbatên xizan re bibin alîkar. Em ê bi hev re tenduristiya civaka xwe biparêzin. Pêwîstiya me bi hevgirtinê heye.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen nirxandinên xwe di derbarê xeteriya Vîrûsa Korona û tedbîrên li hemberî vîrûsê girtine kir û wiha got: "Xeteriya Vîrûsa Korona hîna li ser jiyana mirovan heye û jiyana bi hezaran kesan di nava tahlûkeyê de ye." DÎMEN HEYE   *Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd, 1'ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û wiha got: “Roja 1’ê Gulanê encama serhildan, berxwedan û tekoşîna karkeran a li hember bindestî û zilimê ye. Alozî û şerê kaptalîzimê yê ku niha tê jiyîn xwe li ser mil û keda kedkaran da avakirin.”DÎMEN HEYE   *Ezîza Mihyedîn  jina ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye, derbarê 1'ê Gulanê  Roja  Kedkarên Cîhanê  de daxwaza mafê xwe yê vegera bajarê xwe kir û got: " Serêkaniyê dayik, giyan û dilê me yê ku di her kêliyê de lê dide ye. Eger tenê dîwarek jî ji mala min mabe dîsa ez ê vegerim ser axa xwe û bi keda xwe ez ê jiyana xwe ji nû ve ava bikim." DÎMEN HEYE   *Kesên bêtemînat dixebitin xwestin ji bo wan jî tevdîrên aborî bên girtin. Xebatkara bi navê Menfiye Înan a ku dirûnkariyê dike got ev 2 mehe kîraya dikana xwe ne daye û got ku ger wisa biçe ew ê zêde deyndar bibin û wê nema kiribîn ji wan deynan xilas . Ayhan a ku bi heman karî re mijul dibe ji da zanîn ku divê hikumet piştgiriyê bide wan ji ber ku ew ê nikaribin di bin deynan de rabin. DÎMEN HEYE   *Nunera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş anî ziman ku êrîşên li ser Zînê Wertê û  Mexmûrê encama planên dewletan e û li dijî kurdan siyaseteke dijminane ku birakujiyê pêş dixe dimeşînin. DÎMEN HEYE   *Jinên karker yên neçar dimînin di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de jî bixebitin, heqdestekî baş nagirin. Her wiha bi rîska vîrusê re jî tên rû hev. Jinan diyar kirin ku ew neçarin bixebitin û li dijî binpêkirina mafan jî daxwaza jiyanek xweş kirin. BI DÎMEN    *Hevseroka MEBYA-Derê Gulîstan Onver diyar kir ku li dijî êrîşên li hember goran wê li serî riyên hiqûqî bidin û got wê ligel hemû malbatan cih bigirin. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk diyar kir ku bi kampanya ‘Xwişk û Bira’ piştevaniya li Îdirê belav dibe û got bi vê kampanyayê armanc dikin ku torên piştevaniya komunal xurt bikin.   *Jinan diyar kirin ku ji ber vîrusa korona îsal di 1’ê Gulanê de temsîlî be jî wê dest ji kolanan bernedin û got wê daxwazên xwe ji her demê zêdetir biqîrin û her qadê bi rengên xwe bixemilînin. BI DÎMEN