Jinek din li Efrînê hat qetilkirin 2020-04-30 20:19:13   EFRÎN - Cenazeyê jinekê ku navê wê nediyar li gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hat dîtin.   Piştî êrîşên li ser Efrînê her roj guhertina demografîk, bûyerên kuştin, tecawizkirin û revandin didome. Li gor agahiyên ku herî dawî hatine bidestxistin jineke ku navê wê nayê zanîn li gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hat dîtin. Li gor agahiyên herî dawî jina hatiye qetilkirin, cenazeyê wê rakirine nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî komên girêdayî dewleta tirk di 18'ê Nîsanê de li Efrînê dayikeke 80 salî ya bi navê Fatma Kinê qetil kiribûn.