'Em ê li dijî hemû cudakarî û zayendparêziyê dûr risteke nû saz bikin' 2020-04-30 14:59:25   AMED - Bi minasebeta 1'ê Gulanê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyanî da û gotin: "Em ê risteke nû ku kar û heqdestekî ku layiqî mirovahiyê bê li dar bixe, ewlekariya mafê komeleyan bê kêmasî bicih bîne saz bikin."   Bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Têkoşîna Yekîtî û Piştevaniya Karkerên Cîhanê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî dan.    Di daxuyaniya platformê de wiha hat gotin: "Di 1’ê Gulana 2020 an de disa weke her gav bi hêvî, zanîn û hevalbendî em bihev re ne. Em baş têdigihîjin ku em ne ji bo hewcedariyên xwe ên mirovahî hildiberînin, em ne ji bo ku em weke mirovan bijîn hildiberînin, em ne ji bo ku jiyaneke xweş bidin ber mirovan hildiberînin. Em tenê ji bo ku çerxa sermayedaran a deraqilî xweş bigere hildiberînin."   Platform di daxuyanê dê bal kişand ser têkoşîna ku tên dayîn û wiha hat diyar kirin: Ji bo van zanîna dê 1’ê  Gulana 2020 an bibe ew roja ku hemû rastî bi her hawê xwe bêne dîtin. Dê ev roj bibe qîrîna ku li hember vê pergalê, çîna karkeran cîhaneke nû, pergaleke nû biafirîne û bi vî awayî dê di pelên dîrokê de cihê xwe bigire. Em risteke civakî a nû dixwazin. Heke ku îro em weke kedkar li ser kare rêveberiyê bûna li hember vê êşê, me yê tekoşîneke rastîn ku hem debara gel û hem jî tenduristiya gel difikire bidana!   * Ji bilî kar û karîgehên jêneger, me dê hemû xebat bidana sekinandin. Ji ber  tu tiştek ji jiyana mirovan ne biqîmetir e.    * Heta ku êş biqediyana dê kar û debara her kesî di bin ewlekariya dewletê de bana.   * Divê dema ku mirov tekoşînê tene ji bo jiyanê didin de dev jêberde ku me ji fatûrayên elektrîk, av, gaza xwezayê  KDV bigirta û ji krêdiyan faîz bigirta; me dê ev hewcedarî tev de bê pere bigihanda hemû kesî.   * Hemû nexweşxaneyên ku bigiştî ve girdayî ne dêbê pere xizmetbikira.   * Dema ku biryarên pêşgiriyê bihata girtin dê ne tene fikra çend rêxistinên karbidestan, dê fikra karker, kedkarên giştî, bijişk, endezyar, akademîsyenan ji bihata girtin. Pîvandê ne kara karbidestabûya, dê paraztina civakê, di bin zanist û aqil de bûya.     * Di serî de bijişk, xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê û kesên ku di karen jêneger de dixebitin dê li bendeye amûrên xwe parastinê nemaya û de ewqas kes nexweş neketa û jiyana xweji dest nedaya.   * Dê ji bo hemû jinan ewlekariya kar û debarê bihata dayin û dê pêşi li zordariya di nav malê de bihata girtin.   * Dê gotina yek kesî ne weke farman bûya. Ji muxtaran hete bi şaredariyan dê hemû saziyên giştî bi hev re bixebitiyana."    'Em ê keda gelan biparêz in'   Platform di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku çerxên vê ristê bi ked, aql, zanînê dizîvire û daxuyanî wiha berdewam kir: "Wê çaxê em dikarin vê ristê ber bi kedê, demokrasiyê, aştiyê de biguherînin. Em kedkar em ê seferberiyeke wisa li darxin ku bi rista ku em ê ava bikin; dê ne berjewendiyên ji sedê 1’ê, berjewendiyên hemû civakê, ne di bin desthlatdariya sermayeye di bin desthilatdariya gel de, ne li ser kedxwariyê li ser parastina keda gelan be.   * Em ê risteke nû ku kar û heqdestekî ku layiqî mirovahiyê be li dar bixe, ewlekariya mafê komeleyan bê kêmasî bicih bîne saz bikin.    * Em ê risteke nû ku demokrasiye pêş de bibe û azadiya xwe anîna ziman neye astengkirin saz bikin.   * Em ê risteke nû ku ji hemû cudakariyan dûr, ji cinsparêziyê dûr, ber bi aştiya herêmî, welatî û cîhanî de be û hemwelatiyeke wekhev bi parêze saz bikin."