Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo yekîtiya Kurdan daxuyanî da 2020-04-30 14:44:43   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo yekrêziya kurdî û li ser banga  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin: ”Bila ev saleke dîrokî be ji bo yekîtiya kurdî. Li xwîna zarokên me xwedî derkevin û xelayê vî gelî bi yekîtiyê pêk bînin.”     Bi armanca banga yekîtiya kurdî û yekrêziya partiyên siyasî yên kurd, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê bi beşdarbûna Malbatê Şehîdan, Gaziyên Şer û Malbatê girtiyan hat dayin. Daxuyanî  ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Nerîman Sîdo ve hate xwendin.   Daxuyanî  wiha ye:   “Li ser navê  Gaziyên Şer, Malbatên Şehîdan û hemû girtiyên di zindanên tirkiyeyê de, ji bo pêkanîna peyama  Rêber Apo  ya ku  tê de bang li hemû alî û partiyên kurdî dike ku yekîtiya xwe ava bikin, em bi rêzdarî vê peyamê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em bang li Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) û Partiya Niştimaniya Kurdî (ENKS) dikin ku yekrêziya Kurdî ava bikin, da ku hevgirtineke diplomasî ji bo nûnertiya hemû kurdan û pêkhateyên herêmê bê çêkirin. Li hember dewleta tirk a ku hewil dide bi hemû rêbazên qirêj çand û hebûna Gelê Kurd tune bike, em bibin yek hêz û pilanên wan yên guhertina demografîk li herêmê bidin sekinandin.     Em piştgiriya keseyetên mîna nivîskar, rewşenbîr û hunermendan yên berpirsyartiya yekîtiya kurdan dane ser milê xwe, dikin. Di vê pêvajoya dîrokî de mijara hebûna kurdî erkê her mirovekî ye. Divê em firsetê nedin dewleta tirk ku herêmên me dagir bike û vîna gelê me biçewisîne. Em ê gelê xwe ji van kiryaran biparêzin.   Weke  Malbatê Şehîdan em dibêjin hebûna me li ser erdê bi yekîtiya me ye. Bi hêviya ku her partiyek ji aliyê xwe ve yekîtiyê pêşwazî bike û destê xwe bidin hev. Bila ev saleke dîrokî be ji bo yekîtiya kurdî. Li xwîna zarokên me xwedî derkevin em yekîtiyê pêk bînin.”      Daxuyanî bi dirûşma " Bijî yekîtiya kurdan" bi dawî bû.