Ji bo kedkaran gul hatin belavkirin 2020-04-30 14:36:49   EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi munasebeta 1'ê Gulanê gul li esnafan belav kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê li Navçeya Seyhana Edeneyê li kuçeya Şakirpaşa bi munasebeta 1'ê Gulanê gul li esnafan belav kir. Serdana ku bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari pêk hat eleqe dît. Daxwaza kedkaran bicihanîna mafên hevpar bû.