Mevlude Haran a ku emrê wê bi têkoşînê derbas bû jiyana xwe ji dest da 2020-04-30 14:34:43   AMED - Jina bi navê Mevlude Haran a ku di encama şewitandina gundê Huseynkê yê Licê de koçî Amedê kiribû jiyana xwe ji dest da. Di doza têkoşîna kurd de 4 zarokên Mevludeyê jiyana xwe ji dest dabûn.   Di salên 90'î de piştî ku gundê Huseynkê yê Licê yê Amedê hat şewitandin şûnde Mevlude Haran a 97 salî koçî Amedê kiribû. Mevlûdeyê di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Mevludeyê birin Camiya Yenişehirê. Piştî vecîbeyên olî hatin bicihanîn şûnde cezayê Mevludeyê li Goristana Yenikoyê spartin axê. Di doza têkoşîna kurd de 4 zarokên Mevludeyê jiyana xwe ji dest dabûn.