Jinan li Mexmûrê li dijî êrîşan banga yekitiyê kirin 2020-04-30 09:13:00   Rojarya Ruyam- Mîlan Cûdî   MEXMÛR - Jinên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn bertek nîşanî êrîşên li hemberî Zînî Wertê û Wargeha Mexmûrê dan û gotin: "Di salên 1991 û 1992'an de şerê bikakujiyê pêk hatibû, divê Gelê Kurd bi tevahî li dijî şerê birakujiyê helwestek nîşan bidin û demildest yekitiya xwe avabikin."   Niha di rojava Kurdan de êrîşên li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Zînî Wertê heye. Kurdistanî ligel vîrûsa koronayê ya li tevahiya cîhanê bûye mijara sereke dîsa jî li dijî êrîş û dorpêça li Mexmûr û Zînî Wertê bertek û nerazîbûnên xwe bi çalakiyan tînin ziman. Uznur Kaya, Qumrî Benek, Meryam Mijînî û Gulê Mijînî li wargeha Mexmûrê dijîn û bûn şahîdê hemû pêvajoyên koçberiyê. Jinên Mexmûrê destnîşan kirin ku ji bo dîrok carekî din dûbare nebin divê Gelê Kurd bi tevahî li dijî birakujiyê bibin xwedî helwestek.     Uznur Kaya, diyar kir ku ji ber zilm û zordariyê berê xwe dane Herêma Federal a Kurdistanê û li vir jî wargehên wekî Bihêrê, Etroş û Nînovayê mane. Uznur, destnîşan kir ku her tim wargeh bi êrîş û îxanetê re rûbirû maye û got: "Mixabin heta niha jî îxaneta navxweyi berdewame, mînak Zînî Wertê û Mexmûrê. Em wê xiyanetê şermezar dikin. Di salên 1991-1992'yan de şerê birakujiyê pêk hatibû û îro jî dijmin dixwaze heman tiştî bike. Heviya me ev e ku PDK neyê lîstîkan. Em naxwazin şerê birakujiyê pêk bê."   ‘Li dijî êrîşan bibin yekîtî hewce ye'    Qumrî Benek, di destpêka axaftina xwe de êrîşên li hemberî wargehê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ew 2 û 3 roj bûn balafirên keşfê li ser wargehê digeriyan, em her tim dem ji bo debara mala xwe bikin diçin ber pezên xwe. Ji bo wê bêrîvan jî derdikevin û diçin bêriyê. Çawa dibînin bêrîvan diçin bêriyê li ser wan bombe dibarînin û sê jin li vir tên kuştin. Her wiha li hemberî wargeha ma jî 10 meh in ambargoyek heye. Ev ne cara yekeme ku li ser me kiryarên bi vî rengî tên kirin. Di salên 1994 û 1995’an de jî heman tiştî kirin. Di salên 1995’an de şerê birakujiyê pêk hat û gelo çî bi dest xistin? Dewleta Tirk tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere û dema dagirbike jî tu carî li vir dernakvin. Li dijî êrîşan divê Gelê Kurd bibin yek û bi hev re li hemberê dijmin şerê xwe bikin."   ‘Birakujiyê qebûl nekin'    Meryam Mijînî bal kişand ser êrîşên li hemberî wargehê û li hemberî Gelê Kurd û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Belê em ji ber zilma dijmin koçberbûn û hatin li vir. Li vir jî niha dîsa heman zilm û êrîş heye. Ez hêvî li Gelê Kurd dikim bila rabin û êdî bes e. Eger ev îxanet ji nava me rabe em ê wê demê serkeftî bin. Ez bang li tevahiya kurdan dikim pêşî li ber şerê birakujiyê bigirin. Em kurd in li dijî dagirkeriyê dikarin bibin xwedî helwestek."   'Dijmin her dijmine tu carî ji me re nabin dost'   Gulê Mijînî jî wekî jinên din bal kişand ser serpêhatiyên xwe û wiha axivî: "Di salên 1994’an de dijmin xwest em bibin çete, lê me ev yek tu carî qebûl nekir. Her tim balafirên şer li ser gundê me difiriyan û her roj operasyonên leşkerî hebûn. Ji ber vê me destê zarokên xwe girt û em bûn koçberên ser axa xwe. Lê belê di koçberiyê de jî em ne rihet bûn û di vê demê jî me gelek şehîd dan. Çend sal derbas bibin jî dîsa jî heman tişt heye û heman êrîş li hemberî wargehê û penaberan heye. Çend şehadet jî pêk tên jî em ê dîsa wekî her tim li hemberî dorpêç û êrîşan li ber xwe bidin û em ê her tim li pêy doza xwe bin. Li dijî êrîşa divê tevahî Gelê Kurd bibin yek û nehêlin şerê birakujiyê pêk bê. Ew şermekî mezine. Dijmin her dijmine û tu carî ji me re nabin dost."