'Ji xeynî yekitiya kurdan çareseriyek din nîne!' 2020-04-30 09:08:00       AMED - Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Amedê, dan zanîn ku êrişên li ser Mexmûrê nayên qebûlkirin û gotin: "Divê hemû partî û saziyên Kurdistanî dev ji berjewendiyên biçûk berdin, ji bo çareseriya pirsgirêka gelê xwe yekitiya xwe pêk bînin."   Arteşa Tirk di 15’ê Nîsanê de li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ligel êrîşan jî 10 meh in li hemberî Maxmûrê amborgoyek heye. Mexmûrî hem li dijî ambargoyê, hem li dijî êrîşan û her wiha hem jî li dijî vîrûsa koronaye di nava têkoşîna jiyanê de ne.    Li dijî êrîş û amborgoyê gelek bertek hatin nîşandan û çalakî hatin lidarxistin. Lê sazî, rêxistin û partiyên kurdistanê di daxuyaniyên xwe de li dijî êrîşan her tim banga avakirina yekitiyê dikin. Derbarê mijaran de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sûrê Hatun Yildiz, hevseroka HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê Remzîye Sizici, hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasê Besîle Bîlen ji ajansa me re axivîn.    ‘Îxanet tu carî nayê ji bîrkirin'    Hatun, destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk ne tenê ji bo tevgerên kurdan e, di heman demê de li hemberî deskeftiyên kurdan e jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro hemû hêzên serdest ya ku li ser erdên Kurdistanê ne, me hedef digirin û dixwazin me qels bihêlin. Bi wî awayî li ser deskeftiyên me ji xwe re derfeta êrîşê dibînin. Ji ber vê yekê  ewilî bere xwe didin başûrê Kurdistanê û li wê bi plan û listîkan hêrema Kurdistanê dixwazin bixin parçeyeke planên xwe. PDK’ê ku tevlî van planan dibe ji gelê xwe re jî ixanetan dike. Êrîşên li ser Mexmûrê ixanetekê mezin e divê ev îxaneta PDK’ê neye ji bîrkirin. Ji bo ku pêşî li êrîşên din were girtin pêwist e ku hemû partî û saziyên li hêrema Kurdistanê wan planan bibînin û xwe ji wan planan dûr bixin. Di vê pêvajoyê de divê em netewa demokratîkê pêk bînin û bi lez û bez yekitiya xwe pêk bînin."   ‘Ji bo çareseriya pirsgirêkan yekitî hewce ye'    Remziye, tifaqa AKP-MHP’ê ya li hemberî kurdan nirxand û wiha axivî: "Desthilatdarî vîrûsa koronayê wekî firsendek dît qeyûm tayînê şaredariyên partiya me kirin. Me dît ku dema mijar bibe kurd kurd, hikûmet guh nade nexweşî an jî rewşên awarte. Her wiha êrîşa li ser Mexmûrê jî hewlesta xwe carek din aşkere kir. Êrîşa li ser Mexmûrê rewşekê şermezar kirine ye. Divê gelen kurdistanê vê êrişê qebûl nekin. Eş û pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê wek hev in. Ev pisrgirêk tenê bi rêya yekitiyê çareser dibin.    ‘Ji bo serkeftinê bibin yek deng'    Besîle, di destpêka axaftina xwe de bal kişand qedexeyê ser her çar parçeyên Kurdistanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li her çar parçeyên Kurdistanê ziman û çanda kurdan hatiye qedexe kirin û ji qetliaman re rûbirû mane. Hêzên siyasî yên kurdan li tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn zêde ne, lê mixabin nikarin yekitiya xwe avabikin. Ligel yenebûnê êrîş, zext û zilma li ser Kurdan jî her ku diçe zêdetir dibe. Herî dawî jî li hemberî Mexmûrê êrîşek pêk hat. Her wiha ambargoya ku ji hêla PDK'ê ve hatî dayîn bêtir rewşa wargehê dijw