'Li dijî guhertina demografîk û siyaseta qirkirinê em ê bi hev re têbikoşin' 2020-04-30 09:06:00   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Yekîtiya Rewşenbîran Lema Hec Yûnis derbarê êrîşên dewleta tirk û Vîrusa Koronayê de wiha got: “Di rewşa belavkirina Vîrûsa Koronayê de, êrîşên ser Başûrê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Apo ev hemû nîşaniya komployeke nû ya li ser gelan e û pêşengtiya wê jî dîsa dewleta tirk dike.”   Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re, li tevahî cihanê tedbîr û qedexekirina derketinê heye.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tedbîrên girîng hatin girtin. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê  di vê rewşa aloz de û ji bo Vîrûsa Korona  weke çek bi kar bîne, êrîşî gundewarê Til Temir û Zirganê, kirin.  Di heman demê de êrîşî herêmên  Başûrê Kurdistanê jî kir. Têkildarî mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîran Lema Emîn, nirxandin kir.   'Bi derketina vîrûsê re dewleta tirk qadên dagirkeriya xwe fire dike'   Lemayê da zanîn ku dewleta tirk di vê rewşa belavkirina Vîrûsa Koronayê  de êrîşên xwe dewam dike û wiha dewam kir: ”Bi dagirkirina bajarên weke Serêkaniyê, Girê Spî re niha dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin guhertina demografîk li bajarê Eyn Îsa, gundewarên wê, gundewarên Girê Spî û Til Temirê de çêbike. Bi rakirina dîwarên li gundên Rojavayê Girê Spî re hewildana dagirkeran li ser berfirehkirina qadên dagirkeriyê heye. Di vê rewşa ewarte de dixwazin hem belavkirina vîrûsê, hem jî dagirkeriyê û planên xwe pêk bînin. Di aliyê vîrûsê de dewleta tirk hewil dide kesan bi qaçaxî derbasî herêmê bike, lê li dijî wê jî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û gelê me hişyar in.”   'Hevkariya  partiya PDK’ê bi dewleta dagirker re cihê şermê ye'   Lemayê hevkariya partiya PDK’ê bi dewleta tirk anî ziman ku ev kiryar li dijî yekîtî û rizgarkirina Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Êrîşên ku ser parçeyekî  Kurdistan pêk tê, li parçeyên din jî bandor dike. Mixabin partiya PDK’ê dikeve xefka dewleta tirk û ji yekîtiye ditirse. Di vê rewşa ewarte de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermeke gelekî mezin e. Qirêjiya ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji her kesî re diyar e.  Ji bo ku dewleta tirk derbasî Başûrê Kurdistanê nebe, divê gelê herêmê li hember lîstokan hişyar bin.”   'Kiryarên qirkirina gelan dewam dike'   Lemayê bal kişand ser kiryarên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku  ev yek nîşaneya  komploya qirkirina gelan zindî dike û wiha bi dawî kir: ”Êrîşên ku di vê qonaxê de li ser Başûrê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Apo dewama komploya qirkirina gelan e. Li hember kiryarên qirkirina gelan pêwist e yekîtiya Gelê Kurd ava bibe. Li dijî guhertina demografîk û siyaseta qirkirinê em  bi hev re têkoşîn bikin”.