'Berxwedana li hember dagirkeran didome' 2020-04-30 09:05:00   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Jinên Aşûrî yên gundê Til Cûmayê derbarê êrîşên artêşa tirk û komkujiyên ku li ser wan hatiye kirin de û bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku aşûrî, suryanî û ermenî xwedî çand, dîrok û şaristaniyeke kevnar in û gotin:" Em ê li dijî dagirkeran û êrîşkaran Til Temirê û dîroka xwe biparêzin. Berxwedana li hember dagirkeran didome."   Herî dawî dewleta tirk daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku berpirsê komkujiya Ermeniyên ku di nav de aşûrî û suryanî jî hebûn, di sala 1915-1917'an de li Tirkiyê û Iraqê pêk hat ne ew bû, berovajî wê ew qurbanê Şerê Cîhanê ê Yekemîn bûn. Lê gelê ermen, aşûrî û suryanî dibêjin ku yên xwestin me qir bikin û dîroka me bidizin û şaristaniya me binpê bikin dewleta Osmanî bû û niha jî neviyê wê dewleta tirk e.  Têkildarî vê mijarê jî jinên Aşûrî yên ji gundê Til Cûma ê Aşûriyan ku ew jî rastî topbarana dewleta tirk tên, axivîn û nêrînên xwe parve kirin.   'Berxwedana li hember dagirkeran didome'    Meryem Yeqûb anî ziman ku ew zêdetirî 102 sal in li Til Cûmayê dijîn û wiha got: "Em bi eslê xwe ji Tirkiyê ne, ji ber komkujiyên ji aliyê osmaniyan der heqê me de çêbûn, em çûn Iraqê paşê hatin Sûriyeyê û li Til Temirê li ber çemê Xabûrê bicih bûn. Ez bi xwe li vî gundî ji dayik bûme, sê zarokên min derketine derveyî welat û ez û kurê xwe niha li Til Cûmayê dijîn û heta ku nefesa me diçe û tê jî em ji vir dernayên. Ji Tirkiyeyê heta Iraqê îro jî Til Temirê, berxwedana me li hember  dagirkeran didome."   'Til Cûma bi xwîna Aşûriyan hatiye avdan, em wê ji dagirkeran re nahêlin'   Meryemê komkujiyên der heqê wan de pêk hatiye wiha bi bîr xist: "Gelê me yê ermen, aşûr û suryanî rastî komkujiyan hatin, îro jî dîsa dewleta tirk a dagirker dixwaze heman komkujî û dîrokê zindî bike, lê ew çi bike jî em qir nabin, neviyên me ew ê tola me ji wan hilînin. Ji ber kiryarên Osmaniyan me dev ji axa xwe ya Tirkiyeyê berda. Til Temir û Til Cûma û tevahî gundên Aşûriyan bi xwîna me hatiye avdan."   'Ruxmî xeteriyan zingilê dêrê lê dide û Aşûrî nimêja xwe dikin'   Hêlişwa Şabo jî wiha got: "Til Cûma bi 1 km nêzî Um El-Kêfê ye. Xeteriya ser wê heman demê ser gundê me ye jî. Ruxmî wê jî bi dehan Aşûrî li gund hene û her roj di saet 17:00'an de berê xwe didin Dêra gund a bi navê "Mart Şimonî" û nimêja xwe dikin. Axa me ku em li ser wê dijîn tiştekî dewleta tirk a dagirker lê tune ye."   'Yekîtiya aşûrî, kurd û ereban pilanên dagirkeriyê têk dibe'    Necîba Pawlos jî ev yek anî ziman: "Welatê ku me û zarokên xwe bi ked û xwêdanê ava kiriye, çand û dîroka xwe lê parastiye, em wê radestî tu dewletê ango tu hêzê nakin. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Yekîtiya aşûrî, kurd û ereban hemû pilanên dagirkeriyê têk dibe. Bi yekîtiya me em ê çavên Erdogan derînin."