ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-30 09:00:00         *Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Asya Mehmûd, derbarê aboriya jinê ya bajarê Dêrikê de û baldariya jinê ji bo erdên wê yên çandî wiha got: ”Di sala borî de tu rewşên şewatê ser erdê aboriya jinê derneket, ji ber em li zeviyên xwe baldar bûn û berhemên wê jî pir baş bû. Em bi hêvî ne ku îsal jî çandiniya me bi xêr û bereket be.” DÎMEN HEYE   *Jinên Aşûrî yên gundê Til Cûmayê derbarê êrîşên artêşa tirk û komkujiyên ku li ser wan hatiye kirin de û bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku aşûrî, suryanî û ermenî xwedî çand, dîrok û şaristaniyeke kevnar in û gotin:" Em ê li dijî dagirkeran û êrîşkaran Til Temirê û dîroka xwe biparêzin. Berxwedana li hember dagirkeran didome." DÎMEN HEYE   *Endama Yekîtiya Rewşenbîran Lema Hec Yûnis derbarê êrîşên dewleta tirk û Vîrusa Koronayê de wiha got: “Di rewşa belavkirina Vîrûsa Koronayê de, êrîşên ser Başûrê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêber Apo ev hemû nîşaniya komployeke nû ya li ser gelan e û pêşengtiya wê jî dîsa dewleta tirk dike.” DÎMEN HEYE   *Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, jinên ku di hemû beşên civakê de kedê didin diyar kirin ku kedkara herî mezin di civakê de jin e û gotin: "Di dirêjiya dîrokê de jin xwedî gelek berhem û keşf in, lê zihniyeta baviksalarî jin ji keda xwe dûr kirin û di çarçoveya xizmetkara malê de dîl kir. Di roja îro de jî jinên Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê roj bi roj berhem û keda xwe nûjen dikin." DÎMEN HEYE   *Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Amedê, dan zanîn ku êrişên li ser Mexmûrê nayên qebûlkirin û gotin: "Divê hemû partî û saziyên Kurdistanî dev ji berjewendiyên biçûk berdin, ji bo çareseriya pirsgirêka gelê xwe yekitiya xwe pêk bînin." DÎMEN HEYE   *Derûnînas Duygu Berekatoğlu da zanîn ku îzalasyona civakî bandorê li ser derûniya mirovan dike û got ku ji bo em van bandoran lewaz bikin pêwîstiya me bi hev heye. Duygûyê di berdewamiyê de wiha got: “Bi rojan di heman avahiyê de mayîn wê bibe sedema pevçûnan, lê em dikarin bi parvekirna karê malê re, bi moraldayîna hev  van pêvajoyan bi awayekî herî baş derbas bikin.”   *Jinên ku li Wargeha Mexmûrê dijîn bertek nîşanî êrîşên li hemberî Zînî Wertê û Wargeha Mexmûrê dan û gotin: "Di salên 1991 û 1992'an de şerê bikakujiyê pêk hatibû, divê Gelê Kurd bi tevahî li dijî şerê birakujiyê helwestek nîşan bidin û demildest yekitiya xwe avabikin." DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hêzên hegemonîk dixwazin li Rojhilata Navîn sînoran li gorî berjewendiyên xwe ji nû de xêz bikin, ji bo wan yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd gefeke û ji bo vê yekitiyê parçe bikin hêzên alîgir yên di nav kurdan de kaş dikin alî xwe.  DÎDMEN HEYE   *Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Melîke Bîsîkletçîler, diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de desthilatdariyê li dijî şîdeta li hember jinê ya zêde bûye tedbîr negirtiye û bang li jinên Mêrdînê kir ku li dijî her cureyê şîdetê bila xwe bigihînin wan.   *Nexweşa penceşêrê Umut Şener a ji girtîgehê tahliye bû, ji ber binpêkirinan niha li dijî demê têdikoşe. Umutê da zanîn ku şertên girtîgehê ne li gorî nexweşan e û got li dijî girtîgehan hestiyarî peywira mirovahiyê ye. DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Muglayê diyar kir ku bi Kampanya Xwişk û Bira li Muglayê xwe digihînin malbatên ku hatiniyeke wan tune û yên di turîzm, înşat û karên rojane de dixebitin û betal mane û got: “Bi kampanyayê re daxwazên piştevaniyê derketin holê. Piştevanî di çanda me de heye. DÎMEN HEYE   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a derbarê yekitiya neteweyî de û got: “Di vê pêvajoyê de bê helwestbûna pêşengên Kurdan û berdevkên Kurdan rast nîne. Divê em mil bidin milê hev li dijî tasfiyekirina Kurdan bêdeng nemînin.” BI DÎMEN