'Li beramberî hemû hewildanên tunekirinê, çanda mirovahiya azad, li berxwe dide' 2020-04-29 17:43:45   MEXMUR - Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Grup Yorum dan diyarkirin û strana wan a ‘daglara gel daglara’ diyarî wan kirin.   Ji bo piştgiriya Grup Yorum Kevana Zêrin û Çand Huner a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber navenda Çand Hunerê daxuyani dan. Berî daxuyanîyê di destpêkê de ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtiin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrin Viyan Serxwebûn hat xwendin   Daxuyanî wiha ye:   "Weke tê zanîn ev 200 salê dawiyê, modernîteya kapitalist li ser civaka Rojhilata Navîn polîtîkayên qirkirina çandî pêk tîne. Her gelê heremê kêm zêde para xwe ji vê bişaftinê girtiye. Sîstema kapitalist ku dijminê çanda resen a civakiye; di her kêliyê de, bi rê û rêbazên cûr be cûr êrîş, zext û mêtîngeriyê bê navber didomîne. Bi qasî tê zanîn ji dîrokê heta niha civakan tenê bi çanda xwe karibûne xwe li ser piyan bigirin û hebûna xwe biparêzin.   Îro jî li beramberî hemû hewildanên tunekirinê, çanda mirovahiya azad, li berxwe dide. Bê guman hişmendiya yek destî dixwaze xwe di her hêlê jiyanê de bi cih bike. Hemû sazî û dezgehên civakê dagir kiriye û di bin navê dewletê de civakê bi qanûnên ne hiqûqî bi rê ve dibe. Êdî eşkere bûye ku pergala serdest, nirxên civakê ên weke; exlaq, wijdan, edalet , mafê mirovan, huner û çandê nas nake.    Bi vê rastiyê ve girêdayî, çawa ku di her demê dîrokê de huner bûye zimanê çalakiya berxwedanê û wateya jiyanê, niha jî di kesayeta Hêlîn Bolek  û Mustafa Koçak de ev rastî carek din bû heqîqet.  Ev hunermendên nemir, wê her dem di dilê mirovahiyê de bijîn. Wan ji bo çanda şoreşger azad bibe, mirina herî giran û bi êş, rojiya mirinê dan ber çav û xwe feda kirin. Peyama wan jî heta dawî berxwedan bû. İbrahim Gokçek hêjî di nava berxwedanê de ye. Ji bo ku li Tirkiyeyê faşîzm têk biçe, di her warî de pêwîstiya tekoşînê heye."   Daxuyanî bi strana Grup Yorum a bi navê 'Daglara Gel Daglara' bi dawî bû.