Li dijî zagona înfazê daxuyaniya hevpar: Ew ê têkoşîna me bidome 2020-04-29 13:34:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsên HDP û HDK'ê û TJA'yê derbarê zagona înfazê û girtîghan de li gelek bajarî daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin têkoşîna li dijî zagona înfazê ya dijminê jin, zarok xwezayê lê dostê tundî, diz û mafyayê bi dawî nebûye.    Bi dirûşma "Li dijî zagona înfazê ya dijminê kurd û jinan ew ê têkoşîna me bidome" Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê zagona înfazê û girtîghan de li gelek bajarî daxuyaniya hevpar dan.   Daxuyani li ber Girtîgeha Amedê hat astengkirin    Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê, TJA, MEBYA-DER, TUAYDER, TUHAD-FED Rêxistina bajêr û navçeyan a HDP-DBP'ê xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bide. Polîsan daxuyaniya li ber girtîgehê asteng kirin. Piştre li ber Avahiya HDP'ê ya Rezanê daxuyanî hat dayin. Parlamentera HDP'ê Semra Guzel daxuyanî xwend û got ew ê têkoşîna li dijî zagona înfazê ya dijminê jinê bi dawî nebe.    Li Wanê bertekên hevpar   Daxuyaniya hevpar li avahiya HDP'ê hat kirin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê, Aktivîstên TJA'yê beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Tuşbayê Edibe Babur daxuyanî xwend.    Li dijî qanûna înfazê li Êlihê daxuyanî   Li Êlîhê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Êlîhê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay, hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz a ku şûna wê qeyûm hatî tayînkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa jinên HDP'ê li avahiya avahiya HDP'ê têkîdarî qanûna înfazê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Albay ve hate xwendin.    Sêrtê li dijî qanûnê banga têkoşînê hat kirin    Li Sêrtê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik û Endamên Meclîsa Jinên HDP'ê li avahiya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji aliyê aktivîsta TJA'yê Leyla Sevgîn ve hatiye xwendin,hate diyar kirin ku ew ê zagona ku bi dijminahiya jinan ve hatî çêkirin wê qebûl nekin û hat gotin ku ew ê heta dawiyê li dijiî van polîtîkayan tebikoşin.    Li Colemêrgê li hemberî qanûnê bertek    Li Colemêrgê jî bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan, Hevşaredara HDP'ê ya Colemêrgê ya ku cihê wê qeyûm hatî tayînkirin, endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP'ê ya bajêr têkîldarî qanûna înfazê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP'ê a Colemêrgê Sîpan Turan ve hat xwendin. Daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê li dijî zagonên ku jinan tune dihesibinin têbikoşin.    Li Gebzeyê tehdîda polîsan   Daxuyaniya hevpar a Meclîsên HDP û HDK'ê û TJA'yê li Navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê hat astengkirin. Çalakiya ku hat xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa M a Gebzeyê bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan gef da xwarin û tehdîta binçavkirinê hatin kirin.    Li Edeneyê qanûna înfazê hat şermezarkirin    Bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogulari, Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê li avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê Saniye Seçkin daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê Tulay Hatimogulari axivî û got:"Bi erêkirina zagona infazê ya bi destên AKP-MHP'ê siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminên jinê yên hatin berdan, ketiye talûkeyê. Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de tevdîr bê girtin."   Li Stenbolê polîsan nehiştin pankart bê vekirin    Meclîsên Jinê yên HDP û HDK'ê yên Stenbolê li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê hatin gel hevdu. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, Parlmentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut beşdar bûn. Li ser astengiya polîsan jinan xwestin li ser Rêya E5'ê daxuyaniyê bidin. Pankarta ku hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Huda Kaya ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê jinan qad terk kirin.     Daxuyaniya hevpar a jinan wiha ye:   "Li hemû cîhanê li dijî Vîrusa Koronayê tedbîr tên girtin li AKP-MHP zagonên ku di serdemên dinê de nikaribû bike meriyetê niha pandemiyê dike firsed û zagonan ji meclîsê derbas dike. Em zagona ku em wekî zagona mirinê pênase dikin dema hat amadekirin fikrên partiyên muxalefet, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, raya giştî ya demokratîk nehat guhdarkirin.    'Tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin'   Li welat her cura mafên demokratîk nayê hiştin ku bên bikaranînin. Aygitên muxalefeta civakî di bin zextan tên hiştin û zagon bûye mîna darê îktidarê. Li Îmraliyê û li hemû girtîgehan tecrîd hatiye belavkirin. Tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin.    Em jin dizanin ku bi vê zagonê girtî terkî mirinê hatin hiştin. Mafya û kesên li dijî jinan û zarokan sûc kirine serbest hatin  berdan. Loma ev zagona zagona wehşetê ye. Ev zagona Figen, Sebahat, Gultan, Selmayan ên têkoşîna jinê dimeşînin bi talûkeya mirinê rû bi rû dihêle."    Em li vir banga xwe dîsa nû dikin û dibêjin bila girtîgeh bên valakirin û li dijî bersûcên tundiyê tevdîr bên girtin. Em zagona înfazê ya dijminê jinê qebûl nakin. Bijî piştevaniya jinê."