Jinên li Şirnexê: Em di qanûna înfazê de wekheviyê dixwazin 2020-04-29 13:17:44   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê ji bo balê bikişînin li ser qanûna înfazê û rewşa girtîgehan, li Şirnex û navçeyê wê daxuyanî dan û gotin: "Qanûna înfazê ya li dijî dijminatiya jinê hatiye amadekirin qebûl nakin."    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişînin li ser qanûna înfazê û rewşa girtîgehan li Şirnex û navçeyê wê daxuyaniyek dan. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinan Guler Tunç  daxuyanî xwend.   Guler, anî ziman ku li Tirkiyeyê nexweşiya korona di meha adarê de derket û ji ber vî nexweşiyê girtîgeh di bin xeteriyê de ne ji bo girtiyên siyasî bên bendan bangewaziyê dikin. Guler, wiha got: “Ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê qanûna înfazê ji meclîsê bi lez û bez hat derbaskirin. Ev qanûna ku hatiye amadekirin em wek qanûna mirinê dibînin. Nêrînên partiyên mûhalîf, hiqûqnas û berpirsyarên mafê mirovan nehatin girtin. Bi tenê daxwazên alîgirên xwe yên çete û kujeran girtin dest.”   'Hej jî cezayên disîplinê tên dayîn'   Guler, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Li Îmraliyê tecrîda ku li ser birêz Ocalan pêk tê bûye teşeyek rêvebiriyê û ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Hiqûq dîl hatiye girtin û girtiyên di girtîgehan de dixwazin bê bêhn bihêlin. Di girtîgeha Amedê sepandinên nû hatine pêşxistin û salên 80’î jî wisa nebûn. Bi qanûna înfazê ve girityên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hîştin. Her wiha heta niha bi awayek fîîlî rojname nayê dayîn, cezayê disîplinê hatiye girankirin. Di girtîgehê de girtîgehekî nû tê jiyîn”      ‘Em di înfazê de wekheviyê dixwazin’   Guler, di dirêjiya axaftina xwe de got ku wan gelek caran aniye ziman ku rewşa girtîgehan di bin rîskeke mezin de ye û bi tenê tedbîra  qedexeya hevdîtinê hatiye girtin. Guler, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê personelên girtîgehê tim bi girtiyan ve di nav têkiliyê de ne û temasê hevdû dikin. Ev jî nîşan dide ku bêtedbîra wan hîn berdewam dike. Maske, dezenfekte, berhemên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî bi derfetên xwe parastina xwe dikin. Lê belê li girtîgehan hemû tişt gelek bûha tên frotin. Bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş di bin xetereyek mezin de ye. Em qanûna înfazê ya li dijî dijminatiya jinê ye qebûl nakin. Em di înfazê de wekheviyê dixwazin.”   Her wiha li Silopî û Hezexa Şirnexê jî daxuyanî hatin dayîn.