Ji bo 13 HDP'yiyan biryara bêşopandinê hat dayîn 2020-04-29 09:40:50   ŞIRNEX - Rêvebiriya HDP'ê ya navçeya Cizîra Şirnexê di 14’ê Cotmeha 2019’an de xwestibû ku li dijî oparasyona li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê daxuyaniyê bidin û bi êrîşe re rûbirû hatibûn. Derbarê 13 kesan de lêpirsîna ku hatibû vekirin de biryara bêşopandinê hat dayîn.     Rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê di 14’ê Cotmeha 2019’an de xwestibû ku li dijî oparasyona li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê heye destûr nedabûn ku daxuyanî bê dayîn û girse bi êrîşê re rûbirû mabûn.    Ji aliyê Serdozgeriya Komara Cizîrê ve bi hinceta “Li dijî qanûnê civîn pêk anîn û bêçek tevlî meşê bûyîn û li dijî hişyariyê bi xwe belavnebûyîn” derbarê hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî di navê de heyî derbarê 13 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.   Lêpirsîna ku hatiye vekirin de bi hinceta delîl kêmin biryara bêşopandinê di derbarê 13 kesan de hat dayîn. Di derbarê 13 kesên ku lêpirsîn hatiye vekirin navên wan wiha ne: "Guler Tunç, Bêrîvan Kutlu,  Mehmet Zirig,  Elfesya Nas, Fîrdevs Candoruk, Îsmaîl Nerse, Leyla Tatli, Mehmet Bagata, Mehmet Zekî Îrmez, Sabrî Erdogmuş, Selahattîn Kolanç, Susan Aksu û Zîlan Ecevît."