Meral Daniş Beştaş: Hûn nikarin bi rê ve bibin, vekişin êdî 2020-04-28 14:06:39   ENQERE - Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ji bo kesên bi Vîrusa Korona ne hejmara wan bixin roj bi roj hejmara testan tên kêmkirin û wiha got:"Divê em di wê baweriyê de bin ku tenduristiya gel ji her tiştî girîngtir e. Heger hûn ne xwediyê vê zihniyetê bin vekişin êdî. Hûn nikarin bi rê ve bibin."   Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Beştaş da zanîn ku pêvajoya koronayê bi awayek zelal nayê birêvebirin û tenê pêvajoyê bi gotinan birêve dibin û lê tu behsa şert û mercên xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê dikevin nayê kirin.   ‘Îqtîdara ku di her warî de baweriyê nade xelkê, hişê xwe berdaye û dîn bûye’   Meral pirsa kêmbûna hejmara testan jî kir û got: “Armanca Tirkiyê ew e ku hejmarên têkildarî koronayê ji welatên din veşêre û ji hejmar ji gelek welatên din zêdetir bûye.” Meral got îqtîdar ji bo di pêvajoya şewbê de aboriyê rizgar bike amadekariyên veşartî dike û got: “Îqtîdara ku di her warî de baweriyê nade xelkê, hişê xwe berdaye û dîn bûye. Tenê derdek îqtîdarê heye pêvajoyê veguherandiye fersendê û ketiye pey derde berhevkirina dengan (rayan) û bertîlê. Îqtîdar ji belavkirina maskeyan jî aciz e.”   ‘Îqtîdarek ku ji piştevanî û alîkariya şaredariyan ditirse heye’   Meral astengkirina alîkarî û piştevaniya şaredariyên CHP’ê û HDP’ê jî rexne kir û got: “Îqtîdarek ku ji piştevanî û alîkariya şaredariyan ditirse heye. Tenê armanca îqtîdarê ew e xebatên muxalefetê terorîze bike. AKP çi dike bila bike wê nikaribe pêşî li piştevaniya civakê bigire û asteng bike. Çimkî ev civak ji îqtîdarê pirr bi hêztir û mezintir e.”   ‘Tundiyê efû dikin’   Meral daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya têkildarî lêpirsîna ji ber medya civakî li dijî welatiyan daye destpêkirin bi bîr xist û got li şûna ku îqtîdar li mijara tundiya li dijî jinan hûr û kûr bibe, lê li dijî welatiyên lêpirsîn dide destpêkirin û ew bi îqtîdarek ku ji zilamên tundiyê li jinan dikin re yasaya efûyê derdixin re rûbirû ne.   ‘Gor tên xerakirin û kêlîk tên şikandin’   Meral bertek nîşanî rûxandina gorên li bajarên herêmê da û wiha got: “Gor tên xerakirin û kêlîk tên şikandin. Malbat tên tehdîtkirin. Lê medya navendî ya xizmeta îqtîdarê dike ser vê yekê tê sansûrkirin. Sûcek mezin tê kirin. Di kîjan bawerî û di kîjan pergala hiqûqê de cihê rûxandina goran heye? Rûxandina goran dî kîjan nirxê mirovahiyê de bi cih dibe? Gor cihê însanek ku herî dawî lê radikeve û bêhna xwe lê berdide ye. Rûxandina goran li gel guhertina yasayî ya rast di rêgezên olê de jî hatiye qedexekirin. Hem yasa hem jî mafê takekesî yê malbatê tune tên hesibandin. Em dixwazin bêjin ku divê sûcdar demildest derxin holê. Destê xwe ji ser goran rakin û êrişan bisekinînin. Tiştên qewimandin têr nakin hûn welatiyên me di bin axê de jî rehet bernadin.”