Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kir 2020-04-28 13:53:57   KOBANÊ - Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi daxuyanekê êrîşên dewleta tirk ên li ser navenda asayişa Kobanê şermezar kir.   Balafirên dewleta tirk di berbanga sibehê di saet 03:10 û 03:45'an de navenda giştî ya hêzên Asayîşa herêma Firatê  bi balafirên bê mirov bombebaran kir. Di encama bombebaranê de tu zirarên giyanî çênebû tenê erebeyek ji cureya Cîb zirar dîtiye. Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi daxuyaniyeke  ev êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û dazgehên herêmê amade bûn. Daxuyanî li navenda Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn ve hat dayin.   Daxuyanî wiha ye:   "Îro 28'ê Nîsanê di berbanga sibehê di navbera saet 03:10-03:45'an de  êrîşeke bi balefirên keşfê a dewleta tirk li ser navenda herêma Firatê bajarê Kobanî hat kirin. Di demeke ku cîhan tevahî li hemberî nexweşiya Korona şer dike, dewleta tirk jî di meha Remezanê de êrîşeke bi vî rengî li ser navenda asayîşa herêma Firatê kir. Hemû hevpeymanên ku dewleta tirk bi dewletên misoger re kirî wek Rûsiya û Emerika, hêzên me yên leşkerî li navenda kantona Korbanî tune ne. Di demeke ku hêzên me yên leşkerî ji kantonê vekişiyane dewleta tirk bi rêbazeke nû bi balafirên keşfê êrîşî sivîlan dike. Em van êrîşan şermezar dikin.   Dewletên misoger wek Rûsiya û Emerika em van tewanbar dikin ji ber  herêma firatê û xetê sinor di bin berpirsiyartiya wan de ye. Ji ber ku hevpeyman di navber Emerika, Rûsiya û dewlet tirk de hatiye kirin. Lê mixabin di heman demê de dewleta tirk rojane li Girê Spî û herêma Firatê êrîşên xwe berfireh dike, topbaran li van herêman berdewam dike.Wek Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û civaka sivîl em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpisyariya xwe rabin. Her wiha em hêzên leşkerî yên Rûs berpirsyar dibînin ji ber ku hêzên Rûsya îro li vê deverê hene. Pêwist e bi erka xwe rabin û êrîşên bi vî rengî neyên dubarekirin. Ji ber ku hêzên leşkerî yên QSD'ê li van deveran tune ne. Hemû hevpeymanên di navbera dewletên misoger wek Rûsiya, Emerika û Tirkiyeyê de hatî kirin  û ji aliyê me ve ev xalan pêk hatiye. Banga me ji bo Rûsya û Emerika ku bi berpirsyariya xwe rabin ku careke din êrîşên bi vî rengî yên teror li ser sivîlan neyên kirin."