Balafirên Tirkiyeyê du caran navenda asayîşa herêma firatê bombebaran kirin 2020-04-28 10:03:21   KOBANÊ - Balafirên dewleta tirk di saetên sibehê de du caran navenda giştî ya hêzên Asayîşê topbaran kirin.   Balafirên dewleta tirk di saet 03:10 û 03:45'an de navenda giştî ya hêzên Asayîşa herêma Firatê  topbaran kir. Li gor zanyarên ku Asayîşê ji ajansa me re parve kirine, tu zirarên giyanî çênebû tenê maşîneyek ji cureya Cîb zirar dîtiye.    Hat payîn ku wê hêzên Rûsiyayê ji bo êrîşê serdana navenda Asayîşê bikin û wê daxuyanîyê were dayîn.