Li Colemêrgê dema qedexeyê hat dirêjkirin 2020-04-28 09:27:39   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, qedexêyên çalakiya rûniştinê, meşên xwepêşandanê û her cûreyên çalakiyan 15 rojan hate dirêj kir.    Walîtîya Colemêrgê dema qedexeyê dirêj kir. Li gorî qedexeya ku dê ji 28'ê nîsanê heya 12'ê gulanê bidome, civînên li qad, kolan, kuçe, rê, parq, civînên vekirî, meş, çalakiya rûniştinê, çalakiyên protestokirinê, grevê birçîbûnê, danîna kon, daxuyaniyên çapemeniyê, stand, konser, şahî, û belavkirina belavokan qedexe 15 rojên din hat dirêjkirin.