'Êrîşên li hemberî goristanan berdewama konsepta şer e' 2020-04-28 09:10:00   Hîkmet Tunç   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan êrîşên sîstematîk yên li hemberî goristanan nirxand û got: “Êrîşa li hemberî goristanan, berdewama polîtîka dijmirovahî ya li hemberî Kurdan e. Ev jî nîşan dide ku ji bo Gelê Kurd mafê jiyanê nayê nasîn.”   Li bajarên herêmê li dijî gorên HPG’iyan her tim ji aliyê leşkeran ve tên texrîbkirin. Bertekên li dijî vê pêkanînê her diçin mezin dibin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan bal kişand ser mijarê.    Muazzezê destnîşan kir ku yek ji tevgerên ku mirovan ji zindiyan cuda dike ev e ku miriyên xwe bi merasîmên cuda defin dikin û wiha pê de çû: “Di civakan de, baweriyan de mirî û goristan maneviyat in. Di seranserê dîrokê de mirov miriyên xwe wek nirx dibînin. Ligel vê rewşa mirovahî û dîrokî, li gorî biryar û îçtîhatên hiqûqa gerdûnî û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, êrîşên li dijî goristanan bêrêzdarî û binpêkirina maf e.”   'Goristan tên texrîbkirin'   Muazzezê detnîşan kir ku mafê her bawerî û gelan heye ku miriyên xwe li gorî xwe û li cihê dixwaze defin bike, heye û got: “Ev di qanûnan de nanivîse. Ev tiştekî mirovahî ye. Mafekî xwezayî ye û nayê nîqaşkirin. Lê mixabin di vê pêvajoyê de ku hemû cîhan li dijî vîrûsê têdikoşe de, li Muş, Wan, Amed, Çewlîk û Mêrdînê li dijî goristanan êrîş mijara gotinê ye.”   ‘Di meha Remezanê de jî berdewam kiriye’   Muazzezê bi lêv kir ku li hinek deveran malbat hatine tehdîdkirin û li ber çavên malbatan gor hatine texrîbkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ber çavên malbatan gor hatin parçekirin û heqeret hatin kirin. Ji ber li ser goran tîpên Kurdî yên wek W,X,Q hatin bikaranîn ev kirin. Tu wijdan vê qebûl nake. Ev êrîşa qirêj di meha pîroz a Remezanê de jî berdewam kiriye. Vê êrîşê nîşan daye ku; dema mijar Kurd be, nêzîkatiyeke mirovahî tune ye. Mixabin di pêvajoyeke wisa de jî dest ji polîtîkayên înkar, îmhayê ya li hember Kurdan bernadin. Bi her alî êrîşên li hember Kurdan didomin.”   ‘Êrîşên li hember goristanan berdewama konsepta şer e’   Muazzezê wiha berdewam kir: “Li Rojava jî êrîş didomin. Hewl didin demografiya bajarên Kurd biguherin. Li aliyekê êrîşên li hember Mexmûrê li aliyê din tayînkirina qeyûman, êrîşên li hember goristanan. Ev berdewama konsepta şer e. Lê bi tu awayî nikarin bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên sedsalî gelê Kurd tune bikin. Bi êrîşên li hember goristanan hûn nikarin hebûna Kurd tune bikin. Divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin.”   Ji bo Wezareta Karê Diyanetê bang!   Muazzezê di dawiya axaftina xwe de li dijî êrîşên li hember goristanan yên di meha Remezanê de jî didomin bang li wezareta karê diyanetê kir û got: “Ev êrîşên ku ji aliyê tu baweriyê ve nayê qebûlkirin, divê wezareta Diyanetê jî li hember wê bêdeng ne