Îlham Ehmed: Ji bilî şer tiştekî din di destên dewleta tirk de nemaye 2020-04-28 09:02:00   QAMIŞLO - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed geşedanên dawî nirxand. Îlhamê diyar kir ku ji bilî şer tiştekî din di destên dewleta tirk de nemaye û got: "Dewleta tirk di aliyê aborî, siyasî û civakî de qeyraneke pir kûr dijî. Li şûna ku pirsgirêkan bi şêwazekî maqul çareser bike, berovajî  wê her tim ji bo ku bala civakê bibe cihekî din, bi şer vê yekê derbas dike."   Ew demeke ku nexweşiya Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê belav bûye. Hemû dewlet ji bo civaka xwe hin tedbîrên pêwist girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tedbîrên pêwist ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin girtin. Di vê rewşê de tevgera Rejîm, Rûsya û Emerîqa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehlûkeyekê bi xwe re tînin. Her wiha neteweyên yekbûyî banga agirbestê ji bo tevahî cîhanê ragihand. Tevî vê yekê dewleta tirk her roj kiryar û gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li Idlibê jî hewildana êrîşên nû di rojevê de ne.  Ji bo kesên  girtî û hatine revandin ji aliyê MSD'ê ve komîteyek hat avakirin. Têkîldarî van mijaran Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bersivên pirsên ajansa me da.   Vîrûsa Koronayê tevahî cîhan xistiye bin bandoriya xwe, hûn têkoşîna hemû dewletên cîhanê ya li dijî Vîrusa Koronayê çawa dibînin û ev têrî dike gelo?   Di dîroka mirovahiyê de di her sed sal carekê de nexweşiyek wiha derdikeve û di nava mirovahiyê de xirabûyinek mezin bi xwe re tîne. Nexweşiyên wiha dibe sedem ku guhertina pergal û civakan ji nû ve çêbibe. Heta niha rewşa nexweşiyê gihîştiye asteke bilind. Di encama vê nexweşiyê de windahiyên ku çêdibin û zerarên ku bi xwe re tîne xuya dike ku ev nexweşî biyolojîk ango şerekî biyolojîk dide meşandin . Li hemû cîhanê dewletan li gor xwe tedbîrên pêwist girtin, saziyên navdewletê yên ku girêdayî tenduristiyê li gor ku xuya dike hewil didin tedbîran bigirin, lê pêşîgirtina vê nexweşiyê jî gelek zehmet e. Herî dawî hat gotin ji bo pêşî li vê vîrûsê were girtin tevdîrek hevpar lazim e û dibe ku herî kêm Vîrûsa Korona salekê jî dewam bike. Bi belavbûna Vîrûsa Korona re di aliyê aboriyê de rewşek cidî derketiye holê. Li gor xuya dike di aliyê civakê de sîstemeke nû tê rêxistinkirin. Berê gel bi pêşketina teknolojiyê re dan û standina wan kêm bûbû, bi nexweşiya Korona re tê xuyakirin ku ev dan û standin hîn kêmtir dibe. Ev nexweşiya di aliyê çandî de jî guhertinekê dide avakirin. nexweşiya Korona di aliyê erêniyê de di aliyê Ekolojiyê de rewşek nû bi xwe re ava kir, lê di aliyê neyînî jî gelek in. Tedbîrên ku niha tên girtin têrê nake, ji bo ku pêşî nexweşiyê were girtin. Di vê nexweşiyê de her dewlet li gor xwe rêgezan datîne, hin dewlet jî bi tirsa aboriyê tedbîrên pir zêde negirtin.   Li dijî Vîrûsa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tedbîr tên girtin lê her roj leşkerên Rejîm, Koalîsyon û Rûsan derbasî herêman dibin. Gelo bi vê yekê rîska vîrusê digihêje kîja astê?   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser di destpêka vê pêvajoyê de tedbîrên pêwist girtin. Ev tedbîr bûn sedem ku pêşî li vê nexweşiyê were girtin.  Lê hîn jî tehlûkayê wê heye. Em nikarin bêjin tehlûkeyê wê rabû ango xelas bû, ji ber li tevahî cîhanê hîn jî ev nexweşî belav dibe û em jî parçeyek ji vê cîhanê ne. Îhtîmala belavbûna vê nexweşiyê heye, ji ber hatin û çûyinên leşkerî li herêmê ji aliyê Rejîm, Rûsya, Îran û Emerîqa ve heye. Her wiha komên çeteyên ku diçin Tirkiyeyê û vedigerin Sûriyeyê, hene. Ev hemû tevger rê dide ku nexweşî belav bibe. Di vê pêvajoyê de alîkarî û destek pêwîst dike, ji ber ev nexweşî belav nebe. Qedexeya derva ji aliyên neyînî li ser civakê dike, ji ber civaka Rojhilata Navîn civakek dan û standin, manewiyat, bi moral û civakî ne, lê rûbirûmayina tenê li malê ev jî civakê tengav dike. Her wiha ji aliyê jinê ve encamên neyînî bi xwe re tîne, ji ber ku di hundirê mal de rastî tundiyê tê, belkî heta di astekê veşartî de dimîne ji ber civak bi giştî girtiye û rewşên wiha zû bi zû dernakevin derve. Ev bi xwe di aliyê derûnî , civakî û çandî de bandora xwe heye. Kesên ku zane bin dikarin van pirsgirêkan çareser bikin, ger zanebûn tune be bi xwe re xeletiyan tîne. Ji bo wê tê xwestin ku di hemû aliyan de Rêveberiya Xweser , saziyên jin û ciwan van mijarana binirxînin, bikaribin li ser hemû beşan bisekinin, rê li pêşîya van pirsgirêkan bigirin û bikaribin statestîkê binirxînin û li gor wê derman peyda bikin.   Ji bo pêşîgirtina Vîrusa Koronayê stratejiyeke hevbeş di navbera we û hikûmeta Sûriyeyê de heye?   Rêjîma Sûriyeyê heta niha bi me re ne alîkar e. Di vî aliyî de gelek tengasiyan jî dide jiyîn. Her wiha pir bi serhişkiyeke ku heta astekê mirov bêje bi zanebûn dixwaze vê nexweşiyê li van herêman belav bike divê astê de pirsgirêk heye. Di çerçoveya dan û standinan de, tu dan û standinek tune ye. Rêveberiya Xweser di aliyê xwe de hewil da di nava dan û standinê de be, lê ji aliyê Rejîmê ve amadehiyek tune ye. Ev jî rewşek cidî ye û hikûmeta Sûriyeyê dixe bin berpirsiyartiyeke mezin weke ku bêje 'Herêmên ku tenê di bin kontrola min de ye  ez ê mêze bikim', derveyî wê alaqadar nabin, heta wê bibe sedem ku nexweşî di van herêman de belav bibe. Gelek caran firokeyên Rejîmê diçin û tên kesên ku bi firokeyê tên pêwistî nabîne ku werin kontrolkirin. Ji bo tedbîrê divê bên kontrolkirin da ku were zanîn nexweşî bi wan kesan re heye ango nîne.  Di van aliyan de pirskirêkên pir cidî tên jiyîn û Rejîm ne alîkar e.   Neteweyên Yekbûyî ji bo hemû cîhanê banga agirbestê kir lê dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelo di vê pêvajoyê de armanca van êrîşan çi ye?   Ji bilî şer tiştekî din di destên dewleta tirk de nemaye. Di aliyê aborî, siyasî û civakî de qeyraneke pir kûr dijî, li şûna ku pirsgirêkan bi şêwazeke maqûl çareser bike, berovajî  wê her tim ji bo ku bala civakê bibe cihekî din, bi şer vê yekê derbas dike. Dema hilbijartin hebe êrîşî Efrînê dike, ango qeyranek tê jiyîn êrîşî herêmek din dike, bala civakê her tim dibe ser aloziyê.  Bi navê 'li dijî terorê şer', di raya giştî de rojeva civaka Tirkiyeyê diguherîne, ev nêzîkatî jî siyasetek bi demkî ye, ji ber her dem bi vê şêwazî nameşe.  Di vê demê de nexweşiya ku li hemû cihanê û her wiha li Tirkiyeyê belav bûye, em dişopînin çawa vê qeyranê îdare dike, di aliyekî de cardin bi tehdît, gef, êrîşî derdorê kirin û qadên ku çete tê d ene her tim destek kirin, bi vê şêwayê her tim dixwaze qeyrana ku di nava wan de bi şêwazek cuda derbas bike. Di esas de stratejiya wan sînora Tirkiyeyê firehkirin e û her tim li pê wê ye jî û di çarçoveya vê stratejiyê de xebatek cidî dide meşandin, lê bi vê şêwazê dikare heta astekê zagonên navdewletî binpê bike.  Tehlûkeyên wê gelek in.   Di mijara Idlibê de Tirkiye û Rûsya hatin beramberî hev, piştî lihevkirinê Idlib ji rojevê derket. Niha li Idlibê çi tê jiyîn? Rewşa Hikûmeta Sûriyeyê li Idlibê di çi astî de ye?    Rewşa Idlibê yek ji wan dosyaya ku Tirkiye pir li ser disekine da ku di bin kontrola xwe de bihêle. Civaka navneteweyî jî di esas de pir ne aligir e ku Idlib vegere bin kontrola Rejîmê, li ser vê esasî li beramber Rejîm û Rûsyayê destek dan Tirkiyeyê û tê de bi israr in ku Idlib wek xwe bimîne. Di vê dema Vîrûsa Korona de neteweyên yekbûyî banga hemû cîhanê kir ji bo agirbestê, ji bo ku hemû kes li beramberî vê vîrûsê bisekinin, hinekan pêk anî û hinekan jî pêk neanî. Di mijara Idlibê de di esas de pêwistiya Rûsya, Rejîm û Tirkiyeyê ji bo agirbestê hebû, lê Tirkiye jî , Rejîm û Rûsya jî ji bo hemleyek nû amadekariyan dikin. Êdî di kijan demê, kengî û çawa ji nû ve rewşa Idlibê dîsa bikeve rojevê hîna ne diyar e, lê kelek li Idlibê heye Rejîm di aliyê xwe de qebûl nake Idlib di bin kontrola Tirkiyeyê de bimîne. Îhtîmal heye ku di demê pêş de şerekî nû li Idlibê derkeve.   Ji aliyê MSD'ê ve ji bo kesên girtî û hatine revandin komîteyek hat avakirin, niha xebatê komîteyê di çi astê de ye?   Komîteya girtî û revandiyan dest bi karê xwe kir û ji hemû aliyan ve amadekariyên xwe dike, di demê pêş de wê lîsteyên xwe pêşkêş bike, di vê çerçoveyê de hin xebat tê xwestin. Di vî aliyî de rewşenbîran hemleyek dan despêkirin ji bo zextê li ser aliyên din bikin da ku girtiyên li gel xwe bidin berdan. Her wiha ji bo ku bikaribin navan kom bikin, lîsteyan derbixînin û him jî li hemû aliyan zextê bikin , ji bo ku ev mijara girtiyan bi şêwazeke rast çareser bibe.    Di dema dawiyê de komên çeteyan li Efrînê kesên temenmezin qetil dikin, hûn vê rewşê çawa dinirxînin?   Li Efrînê di van demên dawiyê de dewleta tirk û çeteyên li wê derê li beramber kurdên herêmê êrîşeke dijwar pêk anîne. Di demek pir kin de kesên temenmezin ên ku li mala xwe diman bi sedemên cur bi cur ji xwe re kirin hedef û qetil kirin. Ev hemû pir bi zanebûn tên kirin, bi rengekî ku guhertina demografîk bi temamî pêk were. Kiryarên ku li Efrînê tên meşandin hemû jî cihê nerazîbûnê ye. Em di vî aliyî de ji hemû aliyan ve di nava şopandinê de ne. Em hewil didin bi şêwazekê ev êrîş werin rawestandin, lê komên li Efrînê çete ne, ser û binê wan ne diyar e. Helbet ev çete pespektîvên xwe ji cihekî digirin. Rewşeke giran li Efrînê tên jiyîn, di demên pêş de hîn zêdetir wê were rojevê ku em bikaribin bi şêwazekê pêşî li van çeteyan û qetlîaman bigirin û wê xebateke pir cidî dest pê bike.